Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin

QSD`ê ragihand ku li Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye.

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin
23 tîrmeh, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê girtiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh operasyonek li bajarê Reqayê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyê bi navê Hazim Silêman El Cibin ê bi navê Ebî Omer tê naskirin, bi saxî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê Ebî Omer ji bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê ye û li Reqayê çalak bû, her wiha berpirsê fînansekirinê yê DAIŞ`ê yê li Reqayê bû.

Her wiha hate ragihandin ku çalakiyên QSD’ê yên li dijî şaneyên terorîst berdewam in.

(şx)