Sersaxî ji malbata şehîd Jiyan Rêdûr re xwestin

Li Kobanê ji bo gerîlaya YJA Starê şehîd Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) sersaxî hat xwestin.

26 tîrmeh 2024   13:45
KOBANÊ

Endamên saziyên sivîl, rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata gerîlaya YJA Starê  Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) re sersaxî xwest.

Konê sersaxiyê li taxa Şehîd Yehya a li bajarê Kobanê hat vedan û merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: " Şehîd Jiyan Rêdûr bi têkoşîn û berxweda xwe mohra xwe li dîrokê xist. Jiyan Rêdûr piştî şehadeta birayê xwe çeka wî rakir û da ser xeta wî. Em ê xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna wan bidomînin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî got:" Bila serê malbata şehîd sax be. Şehîd Jiyan ji bo gelê xwe têkoşîn kir.  Em ê jî xwedî li têkoşîn û berxwedana wê derkevin."

Xwîşka şehîd Jiyan Rêdûr Mizgîn Mûsa got ew bi şehadeta xwişk û birayê xwe serbilind e.

Piştre wesîreya şehîd Jiyan Rêdûr hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Merasîmê sersaxiyê bi dirûşma " Şehîd Namrin" bi dawî.

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr 30’ê Hezîrana îsal li Metînayê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû. Birayê şehîd Jiyan Rêdûr, Delîl Mûsa bi nasnav Rêdûr 2015’an li çiyayê Kurdistanê di nava refên gerîla de şehîd bûbû.

(sş/bb)

ANHA