Li Efrînê 2 zarok xeniqîn

2 zarokên keçîn dema di gola Meydankê ya li Efrînê de melevanî dikir, xeniqîn.

Li Efrînê 2 zarok xeniqîn
26 tîrmeh, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 2 zarokan dema di gola Meydankê de melevanî dikir, noqî avê bûne û xeniqîne. Hate zanîn ku her du zarok xwişk bûne.

Li gorî rêxistinê, cenazeyên her du zarokan veguhastine nexweşxaneya Efrînê.

(bb)