Ji rojnameyên Erebî: Destwerdana Tirkiyeyê nebûya, şerê Sûriyeyê çênedibû

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rola Enqere di şerê li Sûriyeyê, şerê li Sûdanê û hilbijartinên serokatiyê yên Venezulayê.

Ji rojnameyên Erebî: Destwerdana Tirkiyeyê nebûya, şerê Sûriyeyê çênedibû
26 tîrmeh, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Cedîd a Lubnanê têkildarî rola Enqere di aloziya Sûriyeyê de gotarek bi sernavê "Çîroka têkiliyên Sûriye-Tirkiye" weşand. 

Di gotarê de hate gotin, ne ji destwerdana Tirkiye ya di kar û barên Sûriyeyê de bûya şerê li Sûriyeyê çênedibû. Her wiha hat bi bîrxistin ku bi destpêka 2011’an re rejîma Tirk kon li başûrê Tirkiye vedan da ku niştecihên bakurê Sûriyeyê bikişîne nava van konan, di 4’ê Tîrmehê de jî dewleta Tirk ’Artêşa Azad’ ji efeserên sûriyeyî yên ku ji rejîmê veqediya bûn ava kir, piştre sûd ji belavbûna DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê wergirt û êriş da destpêkirin.

Rojnameya Ereb a Londonê jî cih da şerê li Sûdanê û hewldanên agirbestê.  Di nûçeyê de hate gotin, "Nîşaneyên li ser hin tevgerên herêmî û navneteweyî tengavbûna wan a mirovî û siyasî ya li hemberî şerê leşkerî yê di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dixuyan. Ev şer êdî rewşa hin hêzan tevlihev dike, lew ra wisa didin xuyakirin ku ew ji berdewama şer rihet in û windahiyên wê yên mirovî û guhertinên jeosiyasî yên dibe bi xwe re bîne, bi taybetî piştî nêzîbûna destwerdanên hêzên mîna Rûsya û Îran ji şer, wan eleqedar nake."

Di nûçeyê de îşaret bi hewldanên DYA’yê yên bi armanca bidawîkirina jî şer hat kirin. Hate gotin, gelekên astengiyên herêmî yên dijwar li pêşberî DYA’yê ne û wiha hat domandin "Rêveberiya DYA’yê di her aloziyan de nikarî rewşê aram bike. Sûdanê jî nûnerekî xwe yê taybet (Tom Perrillo) tayîd kir. Nûner nikarî aloziyê ji cihê wê bilivîne, lê wekî dîplomatekî bibandor mîna temaşevanê dest bi erkê kir. Lê rola wê di çarçoveya nîqaş, diyalog û civînên bêyî encamên siyasî de sînordar e."

Di dewama nûçeyê de hate gotin, axaftinên cidî hene ku dibe dema pêş şer bisekine û hate diyarkirin ku her  du aliyên bi nakok di aliyê leşkerî de westiyan û destekî û xisar li ser erdê dîtin. Di heman demê de aliyên navneteweyî jî ji bo rawestandina şer êdî amade nin in.

’HILBIJARTINÊN VENEZUELAYÊ: BERDEWAMÎ AN GUHERTIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da hilbijartinên serokkomariyê yên Venezulayê ku dê 28’ê Tîrmehê pêk werin. Hate diyarkirin ku bi dehan namzet piştgiriyê ji zêdetirî 30 partiyên siyasî digirin hene û wiha hat domandin "Xuya ye ku Partiya Sosyalîst a Yekgirtî ya bi serokatiya Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, ji zêdetirî 25 salan ve di hilbijartinên serokatiyê de li pêşberî astengiyên cidî ye. Sedema vê yek jî ew e ku opozîsyona Venezuelayê bi namzedekî hevbeş (Edmundo Gonzalez Urrutia) bû yek û rêzên xwe ji nû ve organize. "

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêr û şopdarên rewşa Venezelayê ku "Hilbijartinên vê carê wekî yên herî girîng ku hêviya pêkanîna demokrasiyê pêk bînin" dinirxînin.

Her wiha çavdêran ev hilbijartinan wekî "wesîleyeke muhtemel a ji bo pêkanîna guhertina siyasî dê aboriya dijwar ji salan ve ya li welat a ku bû sedama koçberiya zêdetirî 7 mîlyon venezelayayî çareser bike" şîrove dikin.

(bb)