Lêgerînên Erdogan ên ji bo bi Esad re aştiyê bike, ne têkildarî aştiyeke rast e - ZEKÎ BEDRAN

Lêgerînên Erdogan ên ji bo bi Esad re aştiyê bike, ne têkildarî aştiyeke rast e - ZEKÎ BEDRAN
17 tîrmeh 2024   13:08
NAVEDNA NÛÇEYAN

Lêgerînên Erdogan ên ji bo bi Esad re aştiyê bike, ne têkildarî aştiyeke rast e. ‘Aştiya’ Erdogan, hîn zêdetir şer û hilweşîn e. Armanca sereke ya Erdogan dîsa dijminatiya Kurdan e.

Erdogan ji bo ku bi Beşar Esad re hevdîtinê bike, ketiye nava hewldanê. Têkildarî vê yekê hîn zêdetir li ser Rûsyayê hewldanên xwe didomîne. Ji bo ku têkîliyên xwe bi Sûriyeyê re baş bike, serhev daxuyaniyan dide. Li qadan diqêriya û ji Esad re digot ‘kujer’. Niha jî heman Erdogan dibêje, ‘Em bi birêz Esad re aştiyê bikin’. Ev paşde gav avêtin ji bo wî gelek normal e, ev klasîkek a Erdogan e. Heta dawiyê hêza xwe bi kar tîne, hemû xirabiyên ku bikare wê pêk bîne. Dema hêza wî têrê nake yan jî encam negire, paşde gav diavêje. Ji bo wî mirovahi, saziyên exlaqî û wijdan derbasdar nîne. Bi hişê bazirganekî hêsan, tevdigere. Her tiştê bi hişê bazirganekî dinirxîne.

osmanî û Kemalîst ji bo Kurdan bûn pirsgirêk. Komkujî, sirgûn û îdam timî hebûn. Di dema komara asîmîlasyonê de, bi rengekî hişk hate pêkanîn. Erdogan jî heman pêkanînê domand. Osmaniyan her tim hewl da Kurdan nêzî xwe bigirin. Lê Erdogan li Rojava bi destê çeteyan li dijî Kurd çewisandin pêk anî. Ji bo êrîşê berê wan da Kurdan. Tercîha xwe ne li aliyê Kurdan, li aliyê hêzên mîna DAÎŞ û El Nûsra kir. Tiştek nemaye ku van hêzan li Efrîn û Serêkaniyê bi serê Kurdan neanî.

Erdogan niha di çapemeniya xwe ya ku pê tîmar dibe de, daxuyanî dide û dibêje, “Ez alîkarî didim Kurdan, DYE jî dide terorîstan.” Erdogan ti carî alîkarî nedaye Kurdan, nade jî. Ew alîkariya hêzên mîna PDK û Barzanî dike. Ji ber ku pêdivî bi hevkariya wan dibîne, wan jî bi kar tîne. Belê, tenê bikar tîne. Eger bi tena serê xwe karîba gerîla, silav jî nedida PDK’ê. Gelo ma Kurdan çi li Erdogan kiribû ku Erdogan berê DAÎŞ’ê da Kobanê û bi kêfxweşiyeke mezin got, “Kobanê ha ket û wê bikeve.”

Hemû cîhan li dijî DAÎŞ’ê bû yek, lê Erdogan berevajî vê yekê kir. Li dijî Kurdan bi DAÎŞ’ê re bû yek! Hewl dide dijminahiya li dijî Kurdan û hemû xirabiyên ku bi serê Kurdan anî, bi hebûna PKK’ê rewa nîşan bide. Jixwe çawa be DYE û Ewropayê PKK xistiye lîsteya ‘terorê’. Vê yekê weke derfeteke eşkere, ji bo veşartina qirkirin û sûcên xwe yên mirovahiyê bi kar tîne. DYE û Ewropa niha ji Hamasê re dibêjin terorîst, lê Erdogan bi gotina ‘na ew mucahît in’ piştgiriyê dide wan. Ji ber ku bi kêrî wî tê, biryara ku têkildarî meseleya PKK’ê hatî dayîn jî li ser hemû gelan ferz dike.

PKK’ê tenê bi teror û tundiyê bi bîr tîne û bi vî rengî servîsê cîhanê dike. Lê halbûkî di hevdîtinên ku sala 2013’an li Îmraliyê hatin kirin de, ev mijar jî çareser bûbû. Bi salan şer sekinî bû, cenaze nedihatin. Rêber Apo ji bo çareseriyê sebreke bêhempa nîşan da. Di hevdîtina dawî ya sala 2015’an de got, “hikûmet bila şandeyeke çavdêriyê ava bike, ez jî bang li PKK’ê bikim ku kongreya xwe kom bike û li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî rawestîne.” Erdogan şûna ku şandeyeke çavdêriyê ava bike û pêvajoya çekdarî rawestîne, şer tercîh kir.

Erdogan bi xwe nehişt ku çek ji dewrê derbikevin. Lê niha bi hemû cîhanê re hevdîtinê dike, li dijî PKK’ê tifaqan çêdike û li piştgiriyê digere. Hinceta wî jî ew e ku PKK tundiyê bi kar tîne, terorîst e û hwd. Bi hemû cîhanê re pirsgirêka Kurd û PKK’ê diaxive, mesrefên mezin dike. Ekonomiya Tirkiyeyê têk birin, hevsengiya wê ya hundirîn xira kirin. Tiştek bi navê hiqûq û demokrasiyê li holê nehiştin. Çi pêdivî bi evqas windahiyên madî û mirina mirovan heye? Hevdîtin û lihevkirina bi Kurdan re, rêya herî hêsan û bêmesref e.

Ev çavtarîtiya wan, ew kirin pêşengê hilweşîna Sûriyeyê. Niha jî ji Esad re dibêje, were em aştiyê bikin. Armanca sereke ya Erdogan ew e ku dijmintiya Kurdan bike. Tevî dagirkerî û komkujiyan jî nekarî Kurdan tasfiye bike. Nekarî Esad jî têk bibe. Çeteyên ku niha li dora xwe kom kirî, di destê wî de man. Ji dervey bikaranîna li dijî Kurdan, ti nirxê wan çeteyan jê re nemaye. Niha wan weke mijareke bazariyê ya bi Esad re, di destê xwe de digire. Yan jixwe zêde rolek nîne ku bi wan bide lîstin. Ew bi muxalefetê xistin bazariyê, lê nehişt ku bibin muxalefet û nasnameya siyasî bi dest bixin. Ew di statuya piyonên hêsan û cerdevantiyê de girtin.

Erdogan ji hundir û jiderve tengav bûye. Hebûna DYE’yê ya li Iraq û Sûriyeyê, mijara nîqaşê ye. Iraq hebûna leşkerî ya DYE’yê naxwaze. Tê texmînkirin ku eger Trump were hilbijartin, wê ji Sûriyeyê xwe vekişîne. Di vê rewşê de wê hevsengiyên li Sûriyeyê bên guhertin. Kurd, herêmên xweser bi rêveberiya Esad re li hev bikin, Tirkiye wê hîn zêdetir bikeve zoriyê. Ti aliyekî rewa yê hebûna wî ya li Sûriyeyê, nîne. Bi eşkere hêzeke dagirker e. Artêşa xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, dixwaze gerîla belav bike. Ji bo peywendiya Rojava û Başûr qut bike û Rojava jî bifetisîne, ketiye nav hewldanê. Hesab dike ku eger bi Esad re li hev bike, ev kar wê hîn hêsantir bibe. Her wiha dibêje, eger ez wan bi peymaneke mîna Mutabaqata Edeneyê razî bikim, ez ê avantajê bi dest bixim ku her tim bikarim mudaxeleyî Sûriyeyê bikim. Hesabên wî yên mîna “dema avakirina Sûriyeyê destpê kir, ez ê parekî jê bigirim” hene.

Bi kurt û cewherî, lêgerînên Erdogan ên ji bo bi Esad re aştiyê bike, ne têkildarî aştiyeke rast e. Eger aştiyê dixwaze wê artêşa xwe vekişîne, çeteyan belav bike û herî kêm beşekî zirara ku daye, tazmîn bike. Li Sûriyeya ku destê Tirkiyeyê di nav de hebe, aştî pêk nayê.