Balafirên dewleta Tirk 7 dever li herêma Biradostê bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kirin. Di encamê de ziyaneke mezin gihişt bax û bostanên herêmê.
Ajansa Roj News`ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî wergirtine, ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 2 saet bênavber deverên Berbizina, Panekeşk, Sinîn, Tarisa, Çiyayê Robê, Lêtan û Binqeratê yên herêma Biradost ya parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Li gor Roj News`ê ji ber bombebaranên balafirên dewleta Tirk şewat li herêmê derketiye û zirareke mezin gihiştiye jîngeha Biradostê.
(şx)