ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 7 - 2024

 ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 7 - 2024
27 tîrmeh 2024   02:00

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna jiyaneke azad û wekhev armancên wan ên pêşîn in.

Geşedanên li Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku xiyaneta PDK`ê ya li dijî kurdistaniyan berdewam e. Çawa herêmên Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kirin, çeteyên wê jî tevî çeteyên Cebhet El Nusra li Til Hasil û Til Eranê komkujî li dijî Kurdan kirin.

Di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de rolek dan Recep Tayyîp Erdogan û wek serokê wê hate wezîfedarkirin. Erdogan niha jî hem li ser siberoja Tirkiyeyê hem jî ya herêmê gefeke mezin e.

Kesên ku bajaroka Şêranê tevlî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi saya felsefeya Rêberê xwe ji xew şiyan bûne û ew ê ji bo azadiya wî ya fizîkî têkoşînê mezin bikin.

Di ser komkujiya Qamişlo 8 sal derbas bû ku DAIŞ`ê kiriye. Li gel ev komkujî hîna zindî ye, metirsî hene ku DAIŞ dîsa li Iraq û Sûriyeyê vegere. Li hember vê, hêzên ewlehiyê û yên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê hewl didin rê li pêşiya vegera vê rêxistina terorîst bigirin.

Şêniyên ji gundên Til Hasilê û Til Eranê hûrgiliyên komkujiya hovane ku komên çete li dijî kurdên li Til Hasil û Til Eranê pêk anîne vedibêjin. Komkujî di 27`Tîrmeha sala 2013`an de pêk hat.

Di ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ku bi kamyoneke bombebarkirî li Qamişlo pêk hatibû re, 8 sal derbas bûn. Şoreşgerê 28 salan Polat Herekol û 61 welatiyên di êrişê de şehîd bûn, wê sibe werin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê li navenda PYD'ê ya bajêr bi bîr tîne. Saet di 09:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star ji bo şermezarkirina darvekirina çalakvanên siyasî li Îranê daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dide, saet di 09:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera 11'emîn a komkujiya Til Eran û Til Hasilê paneleke diyalogê li hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê şehîdên komkujiyên Til Hasil û Til Eranê bi daxuyaniyekê li kampa Berxwedan bi bîr tîne, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şehîd Jiyan Vejîn li hola Mîtan a bajarokê Ehdas bi bîr tîne û sînevîzyonek bi navê Vejîn pêşkêş dike, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dike. Li pêşiya navenda tevgerê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, saet di 19:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD'ê li parka 4'ê Nîsanê ya bajarokê Ehdas rûniştinekê ji bo xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet di 19:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisq Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şehîdên teqînên taxa Xerbî li cihê teqînê bi bîr tîne, saet di 19:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)