​​​​​​​Leşkerên Iraqê carek din hewl didin kuleyan deyne dora Mexmûrê

Leşkerên artêşa Iraqê danê siharê jî bi hêzeke mezin xwestin dora Kampa Mexmûrê têl bikin û kuleyan deynin. Xelkê kampê li hember vê ferzkirinê derketiye.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan deyne. Niştecihên wargehê li dijî van hewldanan 9 roj in bênavber li ber xwe dide.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, leşkerên Iraqê vê sibehê jî bi hêzeke mezin ketin nava liv û tevgerê û xwestin kuleyan deynin. Lê xelkê wargehê jî dijî vê hewldanê derket û di van kêliyan de li pêşiya leşker û seyareyên zirxî rawestiyaye.

(c)


Mijarên Din