Şervanên Minbicê plana çeteyan têk bir

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a ketina gundên bakurê rojavayê kantonê têk bir.

Şervanên Minbicê plana çeteyan têk bir
27 tîrmeh, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldana çeteyan a ketina 3 gundên kantonê têk birine.

Di daxuyaniya navendê de hate gotin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker barbanga îro hewl da bikevin gundê El Cerad, Ereb Hesen û Mehsenlî yên li bakurê rojavayê kantona Minbicê.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."

(bb)