Ji bo şehîdên komkujiya Qamişloyê jiyan rawestiya

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Qamişloyê li cihê komkujiyê deqeyekê rêz hat girtin.

Ji bo şehîdên komkujiya Qamişloyê jiyan rawestiya
Ji bo şehîdên komkujiya Qamişloyê jiyan rawestiya
Ji bo şehîdên komkujiya Qamişloyê jiyan rawestiya
27 tîrmeh, 2024   10:27
QAMIŞLO

27’ê Tîrmeha 2016’an, saet 09.15’an çeteyên DAIŞ’ê kamyoneke mezin a bombebarkirî li ser rêya giştî ya taxa Xerbî ya li bajarê Qamişloyê teqand û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 62 kes şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûbûn.

Malbatên şehîdan îro di salvegera komkujiyê de wêneyên şehîdên komkujiyê hildan û li cihê komkujiyê deqeyekê rêz girt. Piştî deqeya rêzgirtinê dirûşmên "Şehîd namirin" berz kirin.

(bb)

ANHA