Çeteyan li Efrînê 200 darên zeytûnê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Efrînê zêdetirî 200 darên zeytûnê birîn.

Çeteyan li Efrînê 200 darên zeytûnê birîn
27 tîrmeh, 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ’Cebha El Şamiye’, ’El Hemzat’ û ’El Emşat’ yên dewleta Tirk a dagirker, li başûrê gundê Qetmê yê Efrînê 200 darên zeytûnê birîn.

Li gorî rêxistinê ji darên zeytûnan ên hatine birîn, 35 dar ên welatiyê bi navê Kemal Cuma ne, 35 dar ên Ebdulmenan in û 9 darên din ên welatiyê bi navê Ebû Salih in ku ji gundê Sîcrazzê yê Ezazê ne.

(bb)