KNK: Divê li hember êrişan helwesteke neteweyî hebe

KNK’ê êrişên dewleta Tirk û rejîma Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û got: “Li hember van êrişan pêwîst e rawestan û helwesteke neteweyî hebe. Pêwîst e serî de Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanî, hêzên xwe bikin yek û bi hev re li hember van êrişan rawest in.”

Kongreya Netewî ya Kurdistan, li ser êrişên hemwext yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê xwest hemû hêzên Kurdî li dijî êrişan yekgirtina xwe çêkin û helwestek netewî nîşandin.

Daxuyaniya KNK’ê wihaye;

 “Ev çend roj in hêzên dewleta Îranê, deverên ser sînor yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Îro jî hêzên dewleta Îranê bombebarana xwe zêdetir kirin, gelek deverên Başûrê Kurdistanê ku nêzî navendên partîyên Rojhilatê Kurdistanê ne, bi tundî bombaran kirin. Di van êrîşan de dibistanekî jî bûye amanca êrîşan. Êrîş heta niha jî berdewamin. Heta niha piraniya wan sivîl gelek şehîd û birîndar hene. Em ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birindaran re şifayê dixwazin.

Her wiha em weke KNK, êrîşkarîya dewleta Îranê şermezar dikin û dibêjin divê Îran êrîşên xwe rawestîne û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike.

Êrîşkarîya li ser Başûrê Kurdistanê tenê ne ji aliyê dewleta Îranê ve tê kirin. Eve serê dehan salane dewleta Tirk, bi hemî hêzên xwe ve êrîşê Başûrê Kurdistanê dike û hinek herêman dagir dike. Niha jî rojane êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Dewleta Tirk van êrîşan de pîvanên şer, huquq û exlaq nasnake û çekên kîmyewî jî di navde, hemî cure çekên qedexe jî kartîne.

Êrîşên dewleta Tirk û dewleta Îranê ne tenê dijî hêzên çekdar yên Bakur yan jî yên Rojhilatin. Ev êrîş heman demê de li dijî gelê Başûr in û dijî statû û deskeftên Başûrê Kurdistanê ne.

Li hember van êrîşan pêwîste rawestan û helwestek neteweyî hebe. Pêwîste serîde Rêveberîya Herêma Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî, hêzên xwe bikin yek û bi hevre li hember van êrîşan rawestin. Bi vê munasebetê em weke KNK, carek din bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin û dibêjin dem dema yekîtîyê ye, dem dema bi hevre li hember rawestana hemî êrîş û dagirkerîyê ye.

Her wiha em serîde bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên cîhanî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û li hember êrîş û dagirkerîyê, piştgirîya gelê Kurdistanê bikin.Bi vê munasbetê em carek din êrîşên dewleta Tirk û dewleta Îranê yên li ser gelê Kurdistanê şermezar dikin û li hember êrîş û dagirkerîyê banga xwe ya berxwedanê dubare dikin.”


Mijarên Din