Rola olan di kirîza Sûriyê de bû mijara panelekê li Tebqa

Saziya Olî ya Tebqayê, bi dirûşma “Kirîza Sûriyê ji bin sîwana olan ber bi bişaftina civakî ve”, ji bo nîqaşkirina rêbazên vegerandina cewhera rastîn a olan piştî ku hêzên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe ew bi kar anîn, panlek li bajêr li dar xist.

Panel li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, bi beşdariya gelek oldarên bajêr û endamên saziyên sivîl û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, hat lidarxistin.

Di destpêkê de, serokê Saziya Olî ya Tebqayê, Yehya Mehmûd wiha axivî: “Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re berî 12 salan, gelek aliyên girêdayî hêzên derve ev valahî dagirtin û berê kirîzê li gor berjewendiyên xwe ve zîvirand.”

Mehmûd wiha domand: “Di vê demê de me dît ku gelek komên çeteyan wek ‘Ehrar El Şam’ û ‘Cebhet El Nusra’ û hin komên din bi navê Îslamê xwest civakê vegerînin beriya hezar û 400 salan, tenê bi qesta xirabiyê li ol bikin û tevna civakî ya herêmê parçe bikin.”

Yehya Mehmûd diyar kir ku ola Îslamê ji van kiryaran bêguneh e, ev tenê ajan in ku hişmendiyeke tarî belav dikin û got Îslam ola aştiyê ye û piştgiriya hemû nirxên civakê yên siyasî û exlaqî dike.

Di dawiya axaftina xwe de, Mehmûd destnîşan kir ku ji bo parastina civakê û şikandina êrişên derve, divê ji nû ve civak têkil hev bibin, zanabûnê olî ya rast vegere, zanabûna siyasî, fikrî û aborî di navbera gelan de xurttir bibe.

(mh)

ANHA


Mijarên Din