Şevê din li navçeya Cindirêsê çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gule li Kurdên ku agirê Newrozê pê dixistin reşandin û komkujî pêk anîn.
Di komkujiyê de 4 welatiyên ji malbata “Pêşmerg” a ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê şehîd bûn.
Navên şehîdan wiha ne: Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42).
Piştî komkujiyê malbatên şehîdan û bi sedan kes derketin xwepêşandanê û çûn pêşiya “nexweşxaneya leşkerî” ya dewleta Tirk a dagirker a li navenda bajarê Efrînê da ku cenazeyan werbigirin. Piştî wergirtina cenazeyan, malbatan şehîdên xwe birin bajaroka Atmê ya Idlibê.
Li gorî dîmenên li ser malperên medya dijîtal hatine parvekirin, niha li navçeya Cindirêsê bi hezaran kes kom bûne û li bendê ne ku cenazeyên şehîdan ji Atmê bigihêjin Cindirêsê da ku wan oxir bikin.
Ji tevahî gund û navçeyên Efrînê jî karwanên welatiyan berê xwe didin Cindirêsê da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.
Girseya gel a li ser kavilan kom bûye, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û sloganên dijî dagirkeriyê berz dikin.
Li cihê ku welatî lê kom bûne, agirê Newrozê jî hatî pêxistin.
(cx)
ANHA