Dewleta Tirk geliyê Nêrwe Rêkan û herêma Zêbariyan bombebaran dike

Balafirên şer yên dewleta Tirk ji saetên berê nîvro ve bê navber geliyê Nêrwe Rêkan û herêma Zêbariyan bombebaran dike.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ji berê nîvro ve geliyê Nêrwe Rêkan û herêma Zêbariyan ku dikevin ser Şêladizê, bê navber bombebaran dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê heya niha jî balafir li ser herêmê nizm difirin û dengê bombebaranê ji herêmê tê.

Ji ber liv û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk têkildarî zirarên giyanî û madî tu agahî bi dest neketin.


Mijarên Din