Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin

Cotyar amadekariya çinînê dikin. Xwediyên deraseyan jî amûrên xwe amade dikin da ku dest bi çinînê bikin.

Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin
Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin
Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin
Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin
Derase ji bo rakirina berhemên salê tên amadekirin
25 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO

Li kantona Cizîrê ku wek navenda çandiniya genim, ceh, nîsk, kemûn û kizbera tê zanîn, cotyar û xwediyên deraseyan amadekariyên rakirina berhemên salê dikin. 

Îsal li gorî salên borî baran zêdetir barî, lewma çav li rê ye ku berhemên çandiniyê baştir bin. Demsala çinînê di meha Gulanê dest pê dike û div ê mehê de genim û ceh tên rakirin.

Xwendiyên deraseyan jî ji niha ve amadekariyên rakirina berheman dikin, makîneyên xwe di ber çavan re debas dikin, yên xirab bûne çêdikin.

Li herêmê derase wek çavkaniyeke debarê jî tên dîtin, nexasim gelek kes tenê vî karî dikin.

Ebdulwehab Silêman yek ji van kesan e û ji sala 1977’an ve bi vî karî re mijûl e. Silêman li aliyekê deraseya xwe sererast dike, li aliyê din karkerên ku dê li gel wî kar bikin, kom dike.

Desteya Çandinî û Avdanê jî heta niha heqê dirûnê diyar nekiriye, lê Ebdulwehab Silêman dixwaze rêveberî buhayekî guncaw diyar bike da ku cotkar û xwediyên deraseyan jî feydeyê jê bigirin.

Emmar Mihemed jî ji sala 2008'an ve bi deraseyê berhemên çandiniyê radike. Ew jî niha parçeyên deraseya xwe ji hev vediqetîne û paqij dike.

Mihemed diyar kir ku mazot biha bûye, lewma divê heqdestê wan jî îsal li gorî wê bê diyarkirin û ew neyên mexdûrkirin. 

Desteya Çandiniyê hîn heqdestê xwediyên deraseyan diyar nekiriye. Lê sala borî ji bo rakirina her donimek erdê bejî 15 hezar, ji bo yê avî jî 50 hezar lîreyê Sûriyeyê diyar kiribû.