Şahideke sûcên li Efrînê: Zozan Xelîl

Zozan Xelîl ji ber sûcên çeteyan cara duyemîn ji Efrînê derketiye. Zozanê got wê bi xwe dîtiye ku 16 çeteyan êrişî malekê kiriye û îşkence li kalekî 90 salî kiriye. Zozanê got çeteyan destdirêjî li jineke destgirtî kiriye û piştre ew û destgirtiyê wê qetil kirine.

Şahideke sûcên li Efrînê: Zozan Xelîl
26 nîsan 2024   04:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Piştî Efrîn sala 2018ˊan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hate dagirkirin, jina bi navê Zozan Xelîl (41) a ji gundê Enderiyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, li gel bi hezaran efrîniyan koçber bû û li Şehbayê bi cih bû.

Zozanê tehemulî dûrketina ji warê xwe nekir û piştî çend mehan û li ser propagandaya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ku dibêjin Efrîn ewle ye, vegeriya Efrînê.

Zozan bi hevjîn û 4 zarokên xwe vegeriya. Lê çeteyan rê neda wan ku biçin gund. Gef li wan xwarin û piştî 20 hezar lîre wek bertîl dan, derbasî Efrînê bûn.

Dema Zozan mala xwe dibîne, matmayî dimîne. Zozan li ser kêliyê wiha dibêje: "Mala min talan kiribûn û her tişt dizîbûn û malbatên çeteyan tê de bi cih bûbûn.

Çete zextê li Zozan dikin ku li maleke din a gund bi cih bibe. Ew jî di maleke din de bi cih dibe.

Der barê rewşa ewlehiyê û sûcên li Efrînê de Zozanê got: "Li Efrînê kes nikare xwedî li mala xwe derkeve û malbata xwe biparêze.”

ŞAHIDA SÛCÊN DAGIRKERIYÊ

Piştî demekê, Zozan bi malbata xwe re diçe bajarê Efrînê û li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar di malekê de bi cih dibe. Li wir jî gelek sûcên çeteyan ên li dijî şêniyan dibîne.

Zozanê wiha domand: "Min bihîst ku çeteyan destdirêjî li jineke destgirtî kiriye. Piştre ew û destgirtiyê wê qetil kirine. Ew jina ciwan bi pismamê re xwe destgirtî bû.”

Zozanê wiha li gotina xwe zêde kir: "Çete li gorî kêfa xwe ne, mîna ku hemû şênî koleyên wan in.”

Her wiha Zozanê diyar kir ku wê dîtiye ku 16 çeteyan êrişî maleke cîranan kiriye, pere, zêr û nasnameyên wan dizîne, îşkence û heqaret li kalemêrekî 90 salî kiriye. 

Ji ber van sûcan û van bûyeran êdî Zozan nikare zêdetir li Efrîna dagirkirî bimîne û jê derdikeve û dîsa vedigere Şehbayê.

Zozanê wiha domand: "Li Efrînê mafên mirovan tune ne, jiyana mirov kontrol dikin. Li pêş çavên me sûcan dikin û kesek newêre biaxive. Ji ber ku çarenûsa kesên diaxivin an kuştin e yan jî girtin û îşkenceyê ye."

Zozan piştî 13 mehan anku sala 2019`an dixwaze vegere Şehbayê, lê ji bo ku ji Efrînê derkeve 350 hezar lîre dide. Zozan 2 salan li Şehbayê dimîne dûre li Helebê bi cih dibe.

(mh)

ANHA