Encamên pêşbirka helbestan a HRRK’ê diyar bûn
Encamên 4'emîn Pêşbirka Helbestên Kurdî ya Ciwanan diyar bûn. Pêşbirk ji aliyê HRRK'ê ve hatibû organîzekirin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên 4'emîn Pêşbirka Helbestên Kurdî a Ciwanan aşkera kir. Pêşbirk ji aliyê Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Îngilistanê û HRRK’ê ve hatibû organîzekirin.
Ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê 36 helbestvanên ciwan tev lê bûn. Encamên pêşbirk jî wiha ne:
Xelata duyemîniyê: ‘Beza ber bi Azadiyê ve’ - Mîdya Berekat
Xelata sêyemîniyê: ‘Min Tenê Bihêlin li Vî Bajarî’ - Sewsen Şêx Bekir
Her wiha dê di demeke kurt de bi şahiyeke taybert xelat werin dayîn.
(eg)
ANHA