Dewleta Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê bombebaran kir
26 nîsan, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Rojnewsê ku agahiyên ku çavkaniyên herêmî wergirtine, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Têkildarî encamên bombebaranê heta niha tu agahî an daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.