Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e

Zaroka bi navê Luceyn Osman Deşo ya ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker de ji zikê xwe ve birîndar bûye, emeliyet kir. Li gorî bijîşkan rewşa Luceyn aram e.

Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bibû aram e
26 nîsan, 2024   17:27
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (25’ê Nîsanê) gundê Ewn Dadatê yê kantona Minbicê topbaran kiribû. Artêşa dagirker û çeteyên wê du malên gundiyan topbaran kiribû. Di encama topbaranê de zaroka bi navê Luceyn Osman Deşo (11) ji zikê xwe ve birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Luceyn li nexweşxaneyeke bajarê Minbicê emeliyet kir. Li gorî bijîşkan rewşa wê aram e.

Bavê Luceyn, Osman Mihemed El Şêx der barê êrişê de got: "Dema topbaranê ez ne li mal bûm. Dema min dengê topan bihîst ku gelek caran dûbare bû min xwe hin û hevalên xwe me xwe spart dîwarê malê. Min peywendî bi malbata xwe re danî, gotin keça min ji zikê xwe ve birîndar bûye. Me wê birin nexweşxaneyeke li bajar."

Osman El Şêx diyar kir ku piştî bijîşkan keça wî emeliyet rewşa wê aram e.

Osman El Şêx êrişên li ser gundên Minbicê şermezar kir û got: "Ev kiryar ne exlaqî ye. Ev ne cara yekemîn e dagirker gund û bajarê me dikin hedef. Bi van êrişan armanc dikin şêniyan bitirsînin."

(bb)

ANHA