Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin

Şêniyên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin
26 nîsan 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên kantonên Reqa û Dêrezorê der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin.

Bedredîn El Cerad tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran şermezar kir û got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bêyî azadiya tevahî girtiyên siyasî azadiya gelan temam nabe.”

Bedredîn El Cerad anî ziman ku gelên bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in, dê bi ramanên wî têkoşînê bidomînin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Welatiya bi navê Kînana Mehmûd El Ebdo diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşaneyeke zelal e ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gel teslîm bigire. Kînana El Ebdo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek beşeke tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.

Kînana El Ebdo destnîşan kir ku îradeya gel a xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî êrişan bihêztir e û wiha dom da axaftina xwe: “Em ê têkoşînê bidomînin. Em teslîmî dagirkeran nabin. Em soz didin şehîdên xwe em ê xeta wan bidomînin û destkeftiyên xwe biparêzin."

Ji rûspiyên eşîra Kebîsa ya qebîleya Igêdat Tirkî El Zahir pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên wê yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wek "Kiryareke terorî ku tu eleqeya wê bi mirovahiyê re nîn e" bi nav kir.

Tirkî El Zahir bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê û wiha pê de çû: “Em li hemberî hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên me yek gel in. Em bi rêveberiya xwe ya xweser re ne. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker rabin."

Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Dêrazorê Fethî El Itêş tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

Berdevka Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê Sumeya El Mihemed jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

(bb)

ANHA

dêrezor

reqa