Li Efrînê 2 şênî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şênî li Efrînê revandin û yek din îşkence kir.

Li Efrînê 2 şênî hatin revandin
26 nîsan, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan li Efrîna dagirkirî, çeteyên "Polîsên Sivîl" ên dewleta Tirk a dagirker 22`yê Nîsanê Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) yên ji navçeya Mabatayê û li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandin. 

Li gotî cevkaniya malbatên her du şêniyan gotinê  çeteyan kesin ku revandine birine cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên xwecih li navçeya Recoyê jî piştî qezaya trafîkê ku erebeyek û motorsîkletek li hev qelibîbûn, hin koçberên ji bajarê Edra yê Şamê li herêmê bi cih bûne û çeteyên "Ceyş El Îslam" ên dewleta Tirk a dagirker li şêniyê bi navê Ehmed Reşîd Bekir ê ji gundê Atmana yê navçeya Recoyê xist û gefa kuştinê lê xwar.