Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin

Partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevbendiya PYDˊê û Kongra Star ava kiriye re girîngiya hilbijartinên şaredariyan nîqaş kirin.

Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
Girîngiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin
25 nîsan, 2024   16:59
HESEKÊ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hilbijartinên şaredariyan, amadekarî tên kirin. Piştî Partiya Yekitiya Demokratîk û Kongra Star ragihand ku ew ê bi lîsteyekê bikevin hilbijartinan, li Hesekê di navbera hevbendî û partiyan de hevdîtin hatin kirin. 

Hevbendiya PYDˊê û Kongra Star 7 partiyên siyasî û tevger li navenda PYDˊê ya Hesekê pêşwaz kirin. Partiyên hatine pêşwazkirin ev in: (Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Çepa Demokrat a Kurdî li Sûrî, Tevgera Çaksazî Kurdî-Sûriya, Partiya Dîmuqrata Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Pêşxistin û Guhartinê, Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê ).

Di hevdîtinan de li ser girîngiya hilbijartinan ji bo herêmê û gelê wê hatin nîqaşkirin. Her wiha bernameya hevbendiyê hat danasîn.

Li ser hevdîtinan, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYDˊê Sîhanok Dîbo ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî ragihandina hevbendiyê, me di civînên xwe de bal kişand ser beşdariya girseyî di hilbijartinan de. Ji ber ku ev hilbijartin girîng û stratejîk in."

Dîbo wiha domand: "Partiyên em bi wan re civîne, diyar kir ku ew ê di çarçoveya hevbendiyekê de beşdarî hilbijartinên meclis û hevserokên şaredariyan bin."

Li gorî endamên hevbendiyê, di vê çarçoveyê de hevdîtin dewam dikin.

(fr)

ANHA