Rojnameyên erebî: Xeyalên Tirkiyeyê li Iraqê têk çûn

Agahiyên der barê qelskirina hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê û serdana Erdogan a li Iraqê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Xeyalên Tirkiyeyê li Iraqê têk çûn
25 nîsan 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser îdiayên têkildarî qelskirina hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê. 

Di nûçeya rojnameyê de hate destnîşankirin ku çavkaniyekî iraqî îdiayên dibêjin dê hêzên ser bi Îranê ve ji Sûriyeyê vekişin, “wekî hîleyekê ye ku iranî Sûriyeyê terk dikin" nirxand.

Siyasetmedarekî şîe yê têkildarî dosyaya Sûriyeyê ji rojnameya Şerq El Ewsat re got: "Qelskirina hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê bi taybetî peyamek ji bo serokê DYA’yê Jeo Biden e ku serkeftineke şeklî li herêmê dide wî, nemaze ku Îran naxwaze serokê berê Donald Trump an jî Komarparêzekî tund di hilbijartinên serokatiya DYA’yê yên bê de bi ser bikeve."

‘HÊZÊN ŞÎE RÊ LI BER BEŞDARKIRINA IRAQÊ DI ŞERÊ TIRKIYEYÊ YÊ LI DIJÎ PKK’Ê DE GIRT’

Rojnameya Ereb El Londoniye bal kişand ser serdana serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Iraqê.

Hate gotin: "Hêviyên mezin ên Tirkiyeyê ku Iraq bi awayekî çalak beşdarî şerê wê yê li dijî PKK’ê bibe, rastî îtîrazên tund ên hêzên siyasî û komên çekdar hat. Sedemên van îtîrazan pirsgirêkên navxweyî yên girêdayî têkiliyên wan hêzan ên bi PKK’ê re, ya din meseleyên herêmî yên girêdayî Îran û hevsengiyên hêzên li Iraqê ye ku Tehran naxwaze wan li ser hesabê aliyekî dijberî xwe bişikîne.”

(bb)