Li Dêrazorê hewldanên başkirina kalîteya nan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê di çarçoveya hewldanên wê yên başkirina xizmetguzariyên ji welatiyan re pêşkêş dikin de hewl dide ku bi rêya gerînendetiyên xwe yên li kantonê kalîteya nan baş bike.

25 nîsan, 2024   06:17
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Di çarçoveya xebata Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê ku xizmetguzariyan pêşkêşî şêniyan dike de, gerînendetiya zihmêrê ya kantonê xebatên firneyan dişopîne da ku kalîteya nan baş bibe û têra tevahî şêniyan bike.

Gerînendetiyê komek pîvanên tund û şêwirên divê xwediyên firneyan pêk bînin da ku nan li gorî pîvanên bingehîn derkeve û bi kalîteyeke baş bigihîne şêniyan danîn.

Ji bo başkirina xizmetguzariyên tên pêşkêşkirin, di hefteya borî de ji xwediyên firneyan re hat gotin divê mazota baş were bikaranîn da ku nan xwedî kalîteyeke baş derkeve.

Ev gav, da ku bi kalîteya nan neyê lîstin pêk hatin. Ji ber ku nan xwarina rojane ye.

Gerînendetî û komîteyên wê yên li tevahî kantonê, rojane ard ji depoyên Rêveberiya Xweser werdigirin û radestî firneyan dikin, her wiha bi rêya gerên rojane çavdêriyê li xebara firneyan, mekanîzmeya belavkirin dikin, giliyan çareserkirin û tedbîrên qanûnê li dijî muxalifan digirin.

Dema xwediyên firneyan girîngiyê nedin paqijî, nebikaranîna alavên tendurist, lîstinan bi pîvanên ard, dizîna ard, nepêkanîna dema diyarkirî ya dayîna nan, gerînendetî xwediyên ceza dikin.

Ji bo pêkanîna encamnameyên Kongreya Xurktirin Ewlehî û Îstîqrarê ya di 22ˊyê Cotmeha 2023ˊyan de li dar ketibû, Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê 8 firne vekirin.

Firneyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê vekirine, nan ji dehan hezar şêniyan re peyda dikin, her wiha Komîteya Aboriya Civakî hewl dide projeyên nû yên aboriyê veke; ji wan jî 4 kargeh in.

(fr)

ANHA