Ji sedî 70`yê projeya dikanan a li Tebqayê bi dawî bûye

Şaredariya Gel a Tebqayê piştî temamkirina projeya avakirina 92 dikanan, xebatên avakirina 22 dikanên din bi rêjeya ji sedî 70 bi dawî kiriye.

24 nîsan, 2024   10:26
TEBQA
SELAM KÎRWAN

Şaredariya Gel a Tebqayê bi armanca peydakirina derfetên kar ji şêniyan re û teşwîqkirina wan û ji bo sivikkirina qerebalixa li bajarokê El Mensûra yê Tebqayê, dest bi 2 projeyan kiribû.

Çaverê ye ku projeya yekemîn di çend rojên bê de bê vekirin. Tê de 92 dikan li ser rûbera 8 hezar û 100 metredam hatine avakirin. Şaredariyê Mijdara 2023`yan dest pê kiribû.

Şaredariyê dûre 3`yê Sibatê dest bi projeya xwe ya duyemîn kir ku li gorî wê dê 22 dikanan li ser rûbera 2 hezar û 900 metredam ava bike. Heta niha ji sedî 70`yê projeyê temam bûye.

Endama rêveberiya Nivîsgeha Fenî û çavdêra projeyê Nadiye El Eşaf têkildarî mijarê got: "Projeya me li ser 2 qonaxan bû. Di qonaxa yekemîn de 10 dikan di qata yekemîn de û avahiya Şaredariya Gel di qata duyemîn de hate avakirin.

Nadya diyar kir ku di qonaxa duyemîn de 12 dikan dê werin avakirin û çaverê ye ku heta 3 mehan bi dawî bibe.

(şx)

ANHA