Li Reqayê êriş

Komeke çeteyan êrişî nuqteyeke QSD`ê ya li kêleka navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriye ya Reqayê kir.

Li Reqayê êriş
27 adar 2024   13:01
REQA

Saet di 12:30`an de de komeke çeteyan êrişî nuqteyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li taxa Diriye ya bajarê Reqayê kir. 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me li herêmê bi dest xistine, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerînê kir û çeteyek destgîr kir, lê çeteyên din reviyan.

Nuqteya QSD`ê ya li kêleka Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyên DAIŞ`ê 26`ê Kanûna 2022`yan jî êrişî wê kiribû.

(şx)

ANHA