Ji bo standina fidyeyê welatiyan direvînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo standina fidyeyê bi dehan kes revandin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan der barê van sûcan de raporek weşand.

Ji bo standina fidyeyê welatiyan direvînin
24 nîsan, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan têkildarî revandinê welatiyan a li Efrînê û standina fidyeyê raporek weşand.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:

"2’yê Nîsana 2024’an çeteyên ’Polîsên Leşkerî’ li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Ferhad Mihemed li beramberî dayîna 6 hezar dolar wek fidye berda. Hate diyarkirin ku Ferhad Mihemed ê ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şerayê di Îlona 2023’yan de hatibû revandin.

4’ê Nîsanê çeteyên Ceyş El Wetanî welatiyê bi navê Silêman Cuma Mihemed ê ji gundê Behiyê yê navçeya Şêrawa li beramberî dayîna 2 hezar 700 dolarê amerîkî berda. Silêman di dawiya Çileya îsal de li bajarê Efrînê hatibû revandin.

7’ê Nîsana 2024’an çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ li bajarokê Mabatayê welatiyê bitemen ê bi navê Mihemed Hisên ê ji gundê Germok li beramberî dayîna 700 dolar wek fidye û dayîna bi qasî hezar û 500 dolarî wek bertîl ji bo çeteyan, serbest berda.

14’ê Nîsana 2024’an çeteyên Sultan Murad, Ehmed Hayik (41), Mehmûd Omer Dabûl û Ziyad Seyid Ehmed (36) li beramberî dayîna 27 hezar û 500 dolarî berdan. Her sê kes 12’ê Nîsanê ji aliyê çeteyên heman komê ve hatibûn revandin."

(bb)

ANHA