Li Hesekê 38 kes hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk li Hesekê 38 kes girtin ku guman hene endamên şaneyên DAIŞ`ê ne û bi wan re gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Li Hesekê 38 kes hatin girtin
20 nîsan 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ragihand ku 38 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ`ê, destgîr kirine.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên operasyonên leşkerî yên taybet ên QSD`ê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibê (20`ê Nîsanê) li taxên bajarê Hesekê operasyoneke berfireh li dar xist. Di operasyonê de 38 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ`ê hatin destgîrkirin ku hewl didan êrişên terorîst li herêmên cuda bikin. Her wiha bi wan re miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin."

(şx)

ANHA