Yekitiya Mamosteyan cezakirina Soma Pûrmihemedî şermezar kir

Yekitiya Mamosteyan bi daxuyaniyekê cezayê li mamosteya zimanê kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Soma Pûrmihemedî hatiye birîn, şermezar kir û diyar kir rejîma Îranê tohmetên li ser mamoste Soma ji bo rewakirina kiryarên xwe yên nemirovane bi kar tîne.

Yekitiya Mamosteyan cezakirina Soma Pûrmihemedî şermezar kir
23 nîsan 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser cezakirina mamosteya zimanê kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Soma Pûrmihemedî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dadgeha Îranê bi tohmeta ku kom û rêxistinên ji bo têkdana ewlekariya Îranê organîze kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Soma Pûrmihemedî birî.

Ji aliyekê ve ev tohmetên li ser mamoste Soma berovajiyê rastiyê ne û ji aliyê din ve ji aliyê rejîma Îranê ve wek kulmekê bo rewakirina kiryarên xwe yên nemirovane li dijî mamosteyên rojhilatê Kurdistanê tên bikaranîn.

Mamosteya hêja Soma hînî zimanê kurdî ji gelê xwe re dikir û di heman demê de endama komîteya navendî ya rêxistina Nûjîn e, lewra ew tawanên ku piştî wê hatin zîndanîkirin, buxtan in.

Em Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên qirêjî yên rejîma Îranê û girtina mamoste Soma di zindanan de bi tundî şermezar dikin û em vê yekê wek binpêkirina aşkera ya mafê xwendinê li Sûriyeyê dinirxînin. Zimanê zikmakî û binpêkirina destûr û peymanên navneteweyî yên parastina rûmet û mafên mamosteyan, em jî hevxemiya xwe bi malbata mamoste Soma re radigihînin.

Em Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser erka xwe ya li hember mamosteyên hemû cîhanê, em ê doza Soma bigihînin rayedarên têkildarî mafên mamosteyan da ku rejîma Îranê ji biryara wê ya nehiqûqî ya li dijî wê derxin û ji bo ku doza wê bigihêje raya giştî ya navneteweyî.”