Bernameya Hefteya Wêjeyê

Bernameya Hefteya Wêjeyê ya 2024`an diyar bû. Di hefteyê de wê li ser 3 mijarên cuda semîner û panel werin dayîn; helbest û çîrok werin xwendin.

Bernameya Hefteya Wêjeyê
25 nîsan 2024   05:06
QAMISLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya Hefteya Wêjeyê ya 2024`an a ku dê 27`ê Nîsanê li Otêla Endîwer a li bajarê Dêrikê bê lidarxistin, eşkere kir. 

Li gorî bernameyê, rojên wêjeyê dê 27`ê Nîsanê  destpê bikin û 2`ê Gulanê bi dawî bibin.

Di hefteyê de wê bi sernavên “Pirsa Dahênan û Weşanê”, “Wêjeya Zarokan” û “Rexneya Wêjeyî” 3 mijarên sereke werin gotubêjkirin; semîner, panel bên lidarxistin û helbetan-çîrok werin guhdarkirin. Hemû bernameyên rojê wê saet di 17.00’an de destpê bikin. 

Bernameya Hefteya Wêjeyê wiha ye:

NÎQAŞA WEŞANÊ

27`ê Nîsanê piştî axaftinên vekirinê yên komîteya amadekar û Rêveberiya Xweser, wê bi sernavê, “Nivîs û weşan: aso û derfet li gel zehmetî û kêşeyan” semînek bê dayîn. Heman rojê wê helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

28`ê Nîsanê panelek bi sernavê, “Pirsa dahênan weşanê” bê lidarxistin û çîrokên bi Kurdî û Erebî bên guhdarkirin.

WÊJEYA ZAROKAN

29`ê Nîsanê semînerek bi sernavê, “Wêjeya zarokan: Danasîn û dîrok, taybetmendî û naverok” bê dayîn. Heman rojê dê xwendina helbestan a bi zimanê Kurdî û Erebî jî hebe.

30`ê Nîsanê panelek bi sernavê, “Wêjeya zarokan: pirsgirêk û pêşinyar” bê lidarxistin, çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

REXNEYA WÊJEYÎ

1`ê Gulanê semînerk bi sernavê, “Nebûna rexneyê û bandora wê li jiyana çandî û wêjeyî” bê dayîn û helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

2`ê Gulanê panelek bi sernavê, “Rexneya wêjeyî di navbera teorî û pratîkê de” bê lidarxistin, çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

Di heman rojê de wê Hefteya Wêjeyê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.

(sb/a)

ANHA