Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin

Xwendekarên dibistanên amadehî û zanîngehan dê di 10'ê Gulanê de ji bo têkoşîneke hevbeş û birêxistinkirî kongreyekê li dar bixin.

Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
Xwendekarên zanîngeh û dibistanên amadehiyê xwe bi rêxistin dikin
26 nîsan, 2024   14:22
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Şam, Heleb, Şehba, Kobanê, Reqa, Hesekê û Qamişloyê civîn tên lidarxistin.

Civîna yekemîn îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi beşdarbûna gelek xwendekaran li dar ket.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û piştî axaftina vekirinê pêşketinên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin.

Di nirxandinan îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin: "Bêyî ku em rewşa Rêber Apo fêm bikin, em nikarin pêşketinên global an jî herêmî fêm bikin. Heke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî van hemû êrişan hîna jî xwe li ser pêyan digire, bi saya bîrdozî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Dûre pirsgirêkên dibistanên navîn, amadehî û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.  Xwendekarên beşdar, bal kişand ser girîngiya meşandina têkoşîneke hevpar.

Piştî nîqaşan 2 nûner ji bo nûnertiya xwendekarên Qamişloyê hatin hilbijartin da kir beşdarî kongreyê bibin.