Salek di ser aloziya li Sûdanê re derbas bû, çareserî nexuya ne- HÊVÎDAR XALID

Salek di ser aloziya li Sûdanê re derbas bû, çareserî nexuya ne- HÊVÎDAR XALID
26 nîsan 2024   07:05

Şerê li Sûdanê derbasî sala xwe ya 2’yemîn dibe. Di encama şer de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûne û bi hezaran ji cih û warê xwe bûn. Dîsa jî bi serî de jin û zarok ku li dijî wan bi dehan binpêkirin, bazirganiya bi mirovan û destdirêjiya zayendî li dijî wan hatine kirin,  gelek kesan ji ber alava şer a kujer koçî welatên derdorê kirin.

Li Sûdanê salek di ser qetilkirin û wêrankirinê re derbas dibe. Paytexa wê Xertûmê bûye mîna cihekî xewle. Rewşa trajedîk a li vî welatî her ku diçe xirabtir dibe. Tu kes nizane ka rewş ber bi ku derê ve diçe. Li Eyaleta Kerdevanê, herêma Darfor û Xertûmê bi hezaran koçberên sûdanî ji ber birçîbûnê bi mirinê re rû bi rû ne bêyî ku alîkarî ji wan re were şandin.

Şerê ji ber nakokiyên di navbera hevkarên berê; Ebdufetah El Burhan û Mihemed Hemdan Deqelo de derketine bû sedema windahiyên mezin di tevahî qadên sereke yên jiyanê. Binesaziya welat, navend û saziyên xizmetguzariyê bi temamî wêran bûn. Ji xwe Sûdan berê di nava aloziyeke aborî ya mezin de bû. Vê aloziyê rê li ber gelek hêzan ji welatê cîran Etiyopyayê bigire  heta Îran, DYA û paşê jî Rûsya bigire vekir ku destwerdanê bikin û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûdanê pêk bînin.

Diyar e ku ji ber destwerdana rasterast a derve aloziya li Sûdanê bidome, metirsî hene ku dewletên din destwerdanê bikin û di encamê re rewş ji kontrolê derkeve. Ev jî dê bi xwe re encamên karesatî li ser gelemperiya herêmê bi xwe re bîne.

Yek ji sedemên sereke yên dirêjkirina aloziya Sûriyeyê ne pêkanîna diyalogan e. Ji destpêka şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Destwerdana Lezgîn de ku Nîsana par dest pê kir, nûnerên her du aliyan diyalog pêk neanîne. Zêdekirî vê yekê pêkhateyeke sivîl a bi hêz nine ku pêşengiya diyalogên rasteqîn di navbera her du aliyan de bike.

Ji sedemên din ên ku gûrbûna şer li Sûdanê, şerê Rûsya û Ukraynayê ye. Êdî çavê tevahî dewletên rojava li geşedanên li Ukraynayê ne û bi destekkirina Ukraynayê ve mijul in. Li aliyekî din hêzên navneteweyî di çareserkirina krîzên mirovî yên kûr de kêmasiyan dikin. Aliyên bi nakok bi helwestên xwe ve girêdayî ne û ji ya xwe nayên xwarê. Ji sedemên din lawazbûna  saziyên afrîkî di pêşkêşkirin însiyatîfên cidî an pêkanîna wan de ye. Her çiqasî hinek welatên Ereban wekî Misir û Erebistana Siûdî û navbeynkarên navneteweyî û aliyên derve ji bo bidawîkirina şer hewldan kirin û civîn li dar xistibin jî lê hewldan bi ser neketin.

 Bêyî diyalogên navxweyî ne mumkin e tu pêşketin li Sûdanê pêk were. Bêyî diyalogan dê hejmara kuştî, birîndar û koçber û penaberan zêdetir be. Dê rewşa jinan alozitir dibe. Di heman demê de dê nexweşiyên ji ber bikaranîna çekan, di tabyetî di nava zarokan de belav bibe.

Di serî de jin, sûdanî bi giştî 2 êş kişandin; koçberî û êriş. Jin bi tena xwe li hemberî şerê ku mêran li ser hesabê jiyan û ewlehiya wan li dar xistine, têkoşînê dikin. Bi hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar man, bi hezaran jî sêwî mane û bi mîlyonan jî koçber bû, çarenûsa geleke kesan jî nayê zanîn. Pêwîstiya sûdaniyan bi çareseriyeke aştiyane ya dûrî şer heye, ji ber tundî ji bilî wêranî, talankirin, dizî û mirinê tiştekî din bi xwe re nayîne.

Li gorî raporan di encama şerê li Sûdanê bi hezaran kes hatin kuştin. Li herêma Darfor a rojavayê welat tenê 15 hezar kes mirin. Dibe hejmara rast ji vê yekê zêdetir be. Her wiha ji ber şer 6 mîlyon û nîv sûdanî jî koçber bûn. Zêdekirî 2 mîlyon û nîv koçberê welatên derdorê bûn. Ji hejmara giştî ya Sûdaniyan ku 48 mîlyon kes in derdora 18 mîlyon kes tenê li Sûdanê man ku êşa şerekî dijwar dikişînin. Ruxmî hewldanên navbeynkarên herêmî û navneteweyî jî lê tu çareserî xuya nakin.

(bb)