Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 14’an bû-2

Hemwextî têkçûna civata navneteweyî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û paşketina rewşa aborî û jiyanî ya gelê Sûriyeyê li herêmên hikumeta Şamê, dîsa jî krîz didome. Nîşana vê jî ji nû ve destpêkirina serhildana gel li başûrê Sûriyeyê ye û nemaze li Siwêdayê.

Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 14’an bû-2
15 adar 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Di vê beşa 2'yemîn a rapora krîza Sûriyeyê de em bal dikişînin ser têkçûna platform û civînên navneteweyî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û pêvajoyên nêzîkbûna Şam û dagirkeriya Tirk. Her wiha em baêl dikişînin ser rewşa aborî û jiyanî ya herêmên hikumeta Şamê û encamên wê.

CIVÎN Û PLATFORMAN TU TIŞT JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ NEKIR

Gelek însiyatîfên navneteweyî yên çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêbazên siyasî derketin lê yek ji wan jî negihaşt armanca xwe. Êdî dirêjbûna krîzê heta peydakirina çareseriyeke siyasî bi hêzên mezin ve girêdayî ye.

Dan û standinên Cinêvê yên ku bi rêveberiya Coffee Annan, Lakhdar Brahimi, Staffan De Mistura û vê dawiyê Geir Pedersen bi rê ve çûne, negihîştin tu encaman, tevî ku her gerek ji wan dan û standinan bi gelek biryaran bi dawî dibû, lê ew biryar li ser erdê nedihatin pêkanîn.

Gera yekemîn di 30'ê Hezîrana 2012'an de li gorî daxwaza şandeyê neteweyî ji bo Sûriyeyê Annan dest pê kir. Lê ew jî ji ber gelek sedeman wek venexwendina gelê Sûriyeyê û nakokiya di navbera aliyên xwedî rol di krîzê de, bi bin ket.

Her wiha konferansa diyaloga Sûrî ya Soçî jî di 30'ê Kanûna 2018'an de li dar ket. Tê de nûnerên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û nûnerên hikumeta Şamê beşdar bûn.

Piştî zêdetirî sal û nîvekê ji dan û standinan, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23'yê Îlona 2019'an de damezirandina "komîteya destûrî" ragihand. Ew jî di konferansa Soçî de bi navberakariya Rûsya, Tirkiye û Îranê hat erêkirin. Piştre jî Cinêv bû cihê civînên "komîteya destûrî".

Piştî nêzî 4 salan ji damezirandina komîteyê û 8 gerên civînan, dîsa jî her sê aliyên wê bi bin ketin û nikarîbûn bendeke tenê ya destûrê jî binivîsin. Dihat pêşbînkirin ku Pedersen di nîva dawîn a Sibatê de serdana Şamê bike da ku lidarxistina gereke nû nîqaş bike.

SERHILDANA GEL LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ JI NÛ VE DEST PÊ DIKE

Bi serkeftina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên Siwêdayê jî hewl da heman projeyê bidin meşandin. Heta astekê wan rola hêzên hikumeta Şamê qels kir. Ciwan êdî erkê leşkerî red kir, hêzên xwecih û meclisên siyasî hatin avakirin. Di encamê de di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê de pevçûn derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêmê di 2018'an de êrişeke mezin a DAIŞ'ê pêk hat. Tê de 36 sivîl hatin revandin û zêdetirî 250 kuştî çêbûn. Kesayet û aliyên Siwêdayê dibînin ku hikumeta Şamê li pişt êrişê bû. Ji ber ku ew ji herêmê vekişiyan û rê da sewqiyata leşkerî ya çeteyan. Di vir de jî axaftina li ser lihevkirinekê di navbera Şam û DAIŞ'ê de derket.

Xwepêşandanan li Siwêdayê dom kir. Her wiha hêzên civaka sivîl û partiya Lîwa a Sûriyeyê banga damezirandina komîteyên rêveberiya xwecih li şûna saziyên xizmetguzariyê, kir. Wan hêzan diyar kir ku gaveke wiha dihêle serhildan pêş bikeve û heta asteke baş were rêxistinkirin.

NÊZÎKBÛNEKE HÊDÎ DI NAVBERA ŞAM Û DAGIRKERIYA TIRK DE

Di 2022'yan de bûyreke mezin di krîza Sûriyeyê de çêbû. Tevî salên dirêj ên dijmintiya Şam û Enqereyê û dagirkirina xaka Sûriyeyê, pêvajoya nêzîkbûnê piştî lûtkeya Tehranê di 19'ê Tîrmeha 2022'yan de dest pê kir. Di 6'ê Tebaxê de serokên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovê civiyan. Li wir Erdogan da zanîn ku Putin nêzîkbûna ji Şamê li wî pêşniyar kiriye. Piştre jî wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye û Şamê li Moskovê civiyan. Lê belê ev siyaset bi awayekî zehmet û dijwar didomin.

NÊZÎKBÛNEKE EREBÎ YA BÊENCAM

Di salên dawîn ên krîzê de Rûsya hewl da tecrîda erebî ya li ser hikumeta Şamê bi dawî bike, di serî de dewletên Kendava Erebî û Urdunê. Ji ber wê jî bi Urdun û Îmaratê re têkilî hebû. Di 18'ê Adara 2022'yan de Beşar Esed ji bo cara yekemîn ji destpêka şerê Sûriyeyê de serdana dewleteke Erebî kir. Ew jî Îmarat bû.

Ev pêvajo piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan pêş ket. Piraniya dewletên Ereban ji bo şandina alîkariyên mirovî bi hikumeta Şamê re peywendî kir. Esed jî ji bo cara yekemîn serdana sultangeha Umanê kir. Her wiha Rûsya di vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî de jî bi ser ket. Lê belê tu encam li ser erdê bi taybetî di aliyên siyasî û aborî de nehatin dîtin. Çavdêran diyar kir ku Şam nikarîbû dewletên Ereban razî bike, nexasim di aliyê kêmkirina hevkariya bi Îranê re de.

TÊKÇÛNA REWŞA ABORÎ Û JIYANÎ ZEHMETIYA GELÊ SÛRIYEYÊ ZÊDE DIKE

Tevî ku hikumeta Şamê hewl dide herêmên Sûriyeyê kontrol bike û xwe ji aliyên derve nêzîk bike, lê belê dîsa jî nikarîbû barê gelê Sûriyeyê sivik bike. Ji destpêka 2023'yan de nirxê lîreya Sûrî li hember dolar 7 hezar lîre bû. Her çû nirxê xwe ji dest da da ku li niha nirxê wê gihîştiye 15 hezar lîre li hember dolarek tenê.

Hikumeta Şamê bi rêya zêdekirina nirxên kelûpelan, nan, sotemenî, xwarin û dermanan barê gel girantir kir ku êdî li herêmên hikumeta Şamê di serî de paytext Şam kirêzên sotemenî û nan derketine.

(mh)