Çalakvanê misirî: Pêwîstiya cîhanê bi projeya neteweya demokratîk heye

Çalakvan û rojnamevanê ji Misirê Ehmed Îbrahîm got pêwîstiya cîhanê bi projeya neteweya demokratîk heye, ji bo ku hawîrdor bê parastin. Îbrahîm banga bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Çalakvanê misirî: Pêwîstiya cîhanê bi projeya neteweya demokratîk heye
Çalakvanê misirî: Pêwîstiya cîhanê bi projeya neteweya demokratîk heye
26 nîsan, 2024   15:53
QAMIŞLO

Çalakvan û rojnamevanê ji Misirê Ehmed Îbrahîm bi rêya dîmen tev li Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bû û nêrînên xwe yên der barê mijara "Ekolojî di modernîteya demokratîk de" parve kirin. 

Îbrahîm banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk, li dijî fikra netewedewletê û dewletên desthilatdar e ku aliyê din qebûl nake. Netewedewletê mêtingerî çêkir, ji bo ku pirrengiyê û demokrasiyê tune bike. Yanî ev dewlet wekîlên modernîteya kapîtalîst in û tenê aloziyan çêdikin."

Îbrahîm wiha domand: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan, ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye. Ji ber ku tevahî kêmneteweyan dihewîne, dihêle civak xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Rêzê ji baweriyan û azadiyan re digire, banga aboriya serbixwe û parastina jîngehê dike. Yanî berovajî desthilatê ye ku li ser vîna gelan ava dibe. Modernîteya kapîtalîst derdê wê yê yekane, qezenc e. Ji ber wê pêwîstiya cîhanê bi projeya neteweya demokratîk heye ku çareserî ji van aloziyan re daniye, rêzê ji xwezayê re digire û hevsengiya jîngehî pêk tîne."

Konferans bi gotubêjkirina mijara yekemîn berdewam e.

(şx)

ANHA