Encamên hilbijartinên şaredariyan bingeha rejîma faşîst a Erdogan hejand-HEVÎDAR XALID

Encamên hilbijartinên şaredariyan bingeha rejîma faşîst a Erdogan hejand-HEVÎDAR XALID
9 nîsan 2024   07:35

Encamên hilbijartinên şaredariyan ên ku di 31’ê Adara borî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, derbeke giran li Erdogan û partiya wî AKP’ê xist ku li gelek bajaran şaredarî ji dest dan. Bi vê binkeftinê re destpêka cidî, ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li herêmê jî nîşan da.

Serokê rejîma Tirk Receb Tayyîp Erdogan ji dema hatiye ser desthilatê anku sala 2003’yan ve ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixe, her hewl daye ev cihê xwe bi kar bîne. Bi rastî jî pergala desthilatê ya li Tirkiyeyê ji parlamentoyê veguherand serokatiyê. Ji ber wê hegemonyaya xwe li ser sektorên welêt firehtir kir, nemaze siyaseta derve. Di desthilata Erdogan de, Tirkiye tev li gelek nakokiyên herêmî bû. Erdogan bi rêya destwerdana li kar û barên siyasî yên dewletên cîran, hewl da Dewleta Osmanî ya nû vejîne. Bi vê destwerdanê xwest aramî û îstiqrara li herêmê xira bike. Bi rastî jî dijberiya gelek dewletên cîran kir, mîna Sûriye û Misirê. Ev destwerdan gihaşt asta naveneteweyî ku destwerdan li kar û barên Yewnanistan, Qibris û Deryaya Spî kir.

Ji dema hatiye ser desthilatê, Erdogan dixwaze berjewendiyên xwe bi rêya siyaseta xapandinê, fêlbaziyê û derewandinê, bi dest bixe. Bi vê siyasetê destwerdana Sûriyeyê kir û gelek herêmên wê dagir kirin, binesaziya bi dehan gundan û bajarên ku dagir kirine, wêran kir. Rojava û Yekitiya Ewropayê bi kaxiza penaberên sûriyeyî şantaj kir û ji bo ku armancên xwe pêk bîne, destpêka aloziya Sûriyeyê sala 2011`an sînorên xwe li pêşiya sûriyeyiyan vekirin, ji bo ku derbasî Ewropayê bibin. Bi rastî jî li beramber wê nêzî 3 milyar euro ji Ewropayê bi dest xist, bi hiceta ku dê bide penaberên sûriyeyî.

Siyasetên ku Erdogan meşandine ku gelekan bi xeternak bi nav kir, bandor li herêmê û li Tirkiyeyê bi xwe jî kir. Nemaze ku hilbijêrên Tirk ê ku êdî bi soz û projeyên xeyalî yên Erdogan bawer nake. Li rex wê mijara piştgiriya ku Erdogan dide rêxistinên terorîst û çawa ji beriya 10 salan ve, Tirkiye bûye navenda wan a sereke. Beşa ciwanan jî heye ku êdî fêm kir Erdogan di rêya tevgera siyasî de dimeşe, ji bo ku armanc û berjewendiyên xwe bi dest bixe. Ji ber wê hilbijêrên Tirk di hilbijartinan de nêrîn, hêrs û acizbûna xwe li hember vê siyaseta şaş bi taybet li dijî gelê Kurd, rave kir û deng nedan AKP`ê.

Ji bo Erdogan, encamên hilbijartinên şaredariyan şokek û erdhejeke mezin bû. Erdogan bi awayekî zindî li xwe mikur hat ku ew û partiya wî bi bin ketine. Opozîsyon jî şaredariyên bajarên mezin bi dest xistin; Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û hwd. Tabî, komeke sedemên vê binkeftinê hene. Yek jê girêdayî aloziya aborî û aboriya xirab e û zêdebûna rêjeya enflasyonê ye. Ji ber ku rêjeya enflasyonê ji sedî 68 derbas kir û bêkar, zêde bû. Nirxê lîreyê Tirk daket. Di encama van daneyan de, hilbijêrên Tirk derbek li Erdogan û partiya wî da.

Rejîma Tirk a ku Erdogan wê bi rê ve dibe, kete pêvajoya kalbûna siyasî û êdî kontrol û hegemonyaya Erdogan li ser rejîmê, kêm bû. Lewma, rejîma wî zeîf bû û gelek kes jê qut bû. Siyasetmedarên nêzî wî, jê qut bûn û partiyên nû ava kirin. Mîna ‘Partiya Ji Nû ve Refah’ ku Fatih Erbakan serokatiya wê dike. Di hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê yên berê de Erbakan yek ji hevalbendên sereke yê AKP`ê bû. Partiya Pêşerojê ku serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Partiya Deva ku Alî Babacan ava kiriye, her wiha tevahî partiyên ku ebaya tevgera îslamî li xwe kirine, bi awayekî zêde bandor li hibijaritnên xwecih kir.

Erdogan desthilata xwe bi kar anî û gelek endamên malbat û xizmên xwe di cihên girîng û hesas ên hikumetê de erkdar kirin. Zavayên xwe di saziyên ewlehiyê de bi cih kirin. Bi rêya kurê xwe aboriya welêt kontrol kir ku di lihevkirinên siyasî yên xwedî taybetmendiyên aborî de bi gelek dewletên din re roleke mezin lîst.

Erê rast e; piştî 5 bajarên sereke yên Tirkiyeyê ji dest da, Erdogan beşeke mezin a aboriya welêt ji dest da ku aloz e û sedema sereke ya binkeftina AKP`ê di hilbijartinan de ye. Bi vê binkeftinê re Erdogan nîvê Tirkiyeyê ji dest da.

Bi nêrîna analîzvan û pisporên kar û barên herêmî, rewşa rejîma Tirk gelekî dijwar e û di pêvajoya xwe ya dawîn de ye. Hilbijartinên şaredariyan, ev rastî aşkera kir. Populeriya Erdogan gelekî kêm bû. Yanî projeya ku li herêmê dimeşand, bi bin ket û dema wê qediya. Piştî ku sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê bi navê ol kirin. Ev rejîma dîktator ku li ser bingeha yek kesî û Erdogan li gorî meqasê xwe ava kiriye, tevahî listik û kaxizên siyasî bi kar anîn ji bo ku di desthilatê de bimîne, êdî ji her kesî re aşkera bûn. Êdî nikare temenê xwe dirêjtir bike ji ber ku tevahî kaxizên di destê xwe de winda kirin. Heke na, di dema bê de guhertin di destûrê de çêke ku hegemoya xwe firehtir bike.

Ji dema ku hatiye ser desthilatê Erdogan siyaseteke hovane li dijî gelê Kurd dimeşîne. Bûyerên li bajarê Wan ê kurd piştî rojekê ji diyarkirina encamên hilbijartinan ev siyaset tazî kir ku hewl da dest deyne ser şaredariya Wanê ku Abdullah Zeydan bi dest xistiye. Lê belê gelê Kurd li hember van siyasetan serî hilda û careke din mafên xwe bi dest xistin. Bi serketina gelê Kurd di hilbijartinan, li kêfa Erdogan nehat, ji ber wê xwest vê serkeftinê bike binkeftin. Lê belê gelê Kurd derbek lê xist û nehişt siyasetên Erdogan ên nîjadperest û faşîst bi ser bikevin.

Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê îsbat kir ku gel bi rêxistin kiriye û dikare tevahî bendên tirsê bişikîne. Careke din li hember siyaset, komplo û listîkên Erdoganê ku xwest wî bajarî bixe bin kontrola xwe, serî hilda. Erê rast e, ji her kesî re isbat bû ku Erdogan bi tevahî hewldanên xwe yên derqanûnî nikare gelekî xwedî berxwedaneke dîrokî wisa bi hêsanî tune bike.

(şx)