Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket

Bi boneya Roja Cîhanê ku 22`yê Nîsanê ye, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Desteya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê panelek bi navê "Erd emanet e, divê em wê biparêzin" li dar xist.

Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Cîhanê panelek li dar ket
22 nîsan, 2024   15:59
REQA

Panel li hola civînan a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê hate lidarxistin. Endamên rêxistinên jinan, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Meclisa Idliba Xedra û Desteya Hawîrdorê tev li panelê bûn.

Endama Şaredariya Gel a bajarokê El Hemrat Hîbe El Xelîl panel bi rê ve bir û îşaret bi rola jinan di parastina hawîrdorê de kir.

Hîbayê got: "Divê jin civakê hişyar bikin û wê bi girîngiya parastina hawîrdorê bidin nasîn, çanda parastina hawîrdorê belav bikin, ji ber ku nîvê civakê ne û nîvê din jî mezin dikin.”

Di dawiya panelê de gelek pêşniyar hatin kirin, wekî derxistina sergoyan ji nava taxan, bilindkirina hişyariya têkildarî hawîrdorî bi rêya lidarxistina çalakiyên wekî lidarxistina semîneran û belavkirina belavokan.

(şx)

ANHA