‘Ji bo parastin û yekitiya axa Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî divê‘

Evîn Siwêd got hevdîtin bi hikumeta Şamê re hene lê heta niha bi ser neketine. Evîn destnîşan kir ku ji bo parastina serdestî û yekitiya axa Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî divê.

‘Ji bo parastin û yekitiya axa Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî divê‘
18 nîsan 2024   03:45
REQA
GELHAT ANDOK

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd têkildarî beyannameya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a 18`ê Nîsana 2023`yan ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş kiriye û ji 9 bendan pêk tê, ji ajansa me re axivî.

Evîn Siwêd got: "Hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, girêdayî hin mijarên pratîk in. Lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya beyannameya xwe bang li dewletên Ereban kiribû ku di aloziya Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin. Evîn têkildarî vê mijarê wiha axivî: "Me bi piraniya dewletên Ereban re hevdîtin çêkir. Lê belê me encamên ku hêvî dikirin, bi dest nexist."

Evîn hikumeta Şamê rexne kir ku bi awayekî neyînî hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin dewletên Ereban ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, dinirxîne.

Her wiha Evîn destnîşan kir ku beyannameya rêveberiyê ne tenê ji hikumeta Şamê re hatibû pêşkêşkirin lê belê ji tevahî aliyên Sûriyeyê re yên ku dixwazin çareseriyeke rastîn ji aloziyê re bibînin, hatiye pêşkêşkirin.

HEWLDANÊN YEKKIRINA MUXALEFETA NIŞTIMANÎ

Evîn Siwêd bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser beriya ragihandina beyannameyê bi hêz û aliyên Sûriyeyê re civiyabû û wiha pê de çû: "Lê belê diyar kir ku hevdîtin bê encam bûn. Hin hêzên xwecih û herêmî beyanname erênî nirxand, dîsa jî me nekarî muxalefetê bikin yek ji bo ku di bin alekê de bi hikumeta Şamê re dest bi dan û standinê bikin."

Li gorî Evînê, hewldanên yekkirina eniya niştimanî û hêzên demokratîk hene ji bo ku ji vê bêtir fişarê li hikumeta Şamê bê kirin.

 ‘BÊYÎ ÇARESERIYA SIYASÎ LIHEVKIRINA ABORÎ NE PÊKAN E

Têkildarî berhemên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibêje ew milkekî nîştimanî ye û yê her kesî ye û got divê lihevkirineke siyasî bi hikumeta Şamê re pêk were heta ku berhemên li herêmê bi awayekî adil û wekhev bên belavkirin.

Der barê fişarên li ser penaberên sûriyeyî yên li dewletên cîran dimînin de, Evîn anî ziman ku helwesta Rêveberiya Xweser diyar e û çend caran aşkera kiriye ku amade ye penaberan pêşwazî bike ta ku alozî çareser dibe û vegereke ewle ji wan re peyda dibe.

 ‘JI BO BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ RÊVEBERÎ AMADE YE BI HIKUMETA ŞAMÊ RE BIKEVE TEVGERÊ

Evîn Siwêd girêdayî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wiha axivî: "Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, Rêveberiya Xweser amade ye dest bi diyalogê bike. Vegerandina her sûriyeyiyek li war û cihê xwe, erkek nîştimanî ye."

Evîn got, armanca Rêveberiya Xweser parastina yekitî û serdestya Sûriyeyê ye.

Têkildarî geşedanên li herêmê û aloziyan, şerê li Xezayê Evîn Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo ku şer negihêje herêmê di aliyê dîplomasî de hewldanên mezin kiriye.

Evîn Siwêd bal kişand ku Rêveberiya Xweser, ji bo têkbirina gefên derve yên li ser herêmê, di aliyê dîplomasî û siyasî de bi tevahî aliyên herêmî û navneteweyî re gelek hewdan kiriye."

DIVÊ ALOZÎ BI DESTÊ SÛRIYEYIYAN ÇARESER BIBE

Evîn aşkera kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi şert û mercên lezgîn re mijul bibe û bang li aliyên têkildar ên kir ku li maseyê rûnin û çareseriyeke siyasî ji aloziyê re bibînin, civakeke azad û demokratîk û Sûriyeyiyek nenavendî ava bikin.

Evîn Siwêd di dawiyê de destnîşan kir ku divê çareserî bi destê sûriyeyiyan be.

 (şx)

ANHA