Peyama dawî ya welatparêzê 41 salan

Eliyê Reş ku 41 salbûn bi rengên cuda di nava têkoşîna azadiyê de cîh digir û duh (19 Nîsan 2024) jiyana xwe ji dest da, rojek beriya wê ev peyam da: “Tişta ji welatparêzan tê xwestin ew e ku tevî hemû astengî û nakokiyan jî dest ji doza xwe bernedin, xebata xwe bidomînin”.

Peyama dawî ya welatparêzê 41 salan
20 nîsan 2024   11:55
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Elî Mele Cemîl Omer sala 1953`yan li gundê Ewênîkê yê başûrê navçeya Amûdê ji dayik bûye. Di nava civakê de wekî Eliyê Reş hat naskirin. Sala 1983`yan Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. ji wê demê heta niha bi rengê cuda têkoşîna xwe meşandiye. 

Kurê Elî Omer ê bi navê Ehmed Omer (Diyar Qamişlo) jî 17`ê Tebaxa sala 1995`an tev nava refên gerîlayên azadiya Kurdistan bû û sala 2000`î li Qendîlê gihîşt şehadetê. 

Eliyê Reş sala 1995’an de bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê bi komeke welatiyan re diçe cem Rêber Abdullah Ocalan. Piştî vê serdanê girêdawî ya bi Tevgera Azadiyê re xurt dibe û di gelek xebatan de cîh digire.

Di pêvajoya Şoreşa 19’yê Tîrmehê de wekî Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan  kar meşand. Di kongreya dawî ya PYD’ê de wekî rêveberê Rêxista Partiyê ya Qamişlo erk meşand.

HETA KÊLIYA DAWÎ TÊKOŞIYA

Eliyê Reş ku 41 salên xwe bi xebatê meşandin, 19’ê Nîsana 2024’an di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Heta wê roja jî têkoşîn berneda.

Rojek beriya ku jiyana xwe ji dest dibe (18 Nîsan) Eliyê Reş derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêngava azadiyê de ji ANHA’yê re axivîbû.

Eliyê Reş ku hîn jî heyecana roja hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan dijî û coşa têkoşînê li ser wî hebû ev tişt anîbûn ziman: “Gelek axaftin li ser zanebûna Serokatî dihatin kirin, bibû mereq ji me re ku em wî bibînin. Rêbertî bi kêfxweşî em pêşwazî kirin û pirsa rewşa gel ji me kir. Rêber Apo îrade ye, ev îrade wekî zanistekê kete nava milet, rêya azadî û serxwebûnê nîşanî mirovan dike.”

Eliyê Reş bal kişandibû ku piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, êdî bi şev û roj kar meşandiye û şeva ku li malê rûniştiba wisa hîs kiriye ku xiyanetê dikin.

PEYAMA BERXWEDANÊ

Elî Reş di dawiya gotinên xwe ev peyam da welatparêzan: “Rihê fedayî di nava Tevgera Azadiyê de sal bi sal hişt ku baweriya me bi gerîlayên azadiyê re zêdetir bibe. Wijdana me nehişt ku em dûr bikevin. Tişta ji welatparêzan tê xwestin ew e ku tevî hemû astengî û nakokiyan jî dest ji doza xwe bernedin û xebata xwe bidomînin.”

(a)

ANHA