Polîsên Lubnanê ji penaberên sûriyeyî dixwazin mal û kargehên xwe biterikînin

Tengavkirina penaberên sûriyeyî li Lubnanê zêde dibe. Ewlehiya Giştî ya Lubnanê ji penaberên sûriyeyî yên şert û mercên penaberiyê jê re ne derbasdar in, dixwaze ji mal û kargehên li bakurê Lubnanê derkevin.

Polîsên Lubnanê ji penaberên sûriyeyî dixwazin mal û kargehên xwe biterikînin
26 nîsan, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxwazên derxistina sûriyeyiyan ji Lubnanê zêde bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Ewlehiya Giştî ya Lubnanê di çarçoveya pêkanîna biryarên hikumetê û Meclisa Ewlehiyê de, ji penaberên sûriyeyî yên ku şert û mercên penaberiyê yan jî niştecihbûnê jê re ne derbasdar in, ji mal û cihên lê dixebitin ên li bakurê Lubnanê, derkevin.

Beriya çend rojan, hin meclisên şaredariyan ên Lubnanê bang kir ku li karkerên biyanî qedexeya derketinê ji saet 8’ê êvarê heta 6’ê sibehê bê ferzkirin û penaberên ku şert û mercên penaberiyê jê re ne derbasdar bin, pêşwazî nekin.

Meclisan, welatiyên lubnanî agahdar kirin ku bi rayedarên xwecih re hevkar bin û xwediyên dikan û malan, kirêyên xwe di şaredariyê de qeyd bikin û navên penaberên sûriyeyî û yên biyanî ku mal bi kirê kirine, ragihînin şaredariyê.

Piştî kuştina rayedarê Partiya Quwat El Lubnaniye Paskal Silêman, fişar û êrişên li ser sûriyeyiyan û daxwazin derxistina wan ji Lubnanê, zêde bûn.

Li gorî SOHR`ê, ciwanên lubnanî li Beyrût û bajarê Cibêl heta derengiya şevê li ser rêyan kom dibin û êrişî penaberan dikin. Ruxmî ku Ewlehiya Giştî ya Lubnanê belge bi êrişkaran dan îmzekirin da ku careke din tiştekî wisa nekin.

Li taxên Birc Hemûd, Neba, Dora û Sin El Fîl ên Beyrûtê û bajarê Cibêl li dijî penaberan û bazirganên sûriyeyî tundî çêbûbû.

Penaber û bazirganên sûriyeyî di encamê de dikanên xwe girtin û karên xwe rawestandin. Gelek malbatên sûriyeyî ji Sin El Fîl û Birc Hemûd derketin.

(şx)