‘Ji bo parastina xwezayê divê pergala ekolojîk bê pêşxistin’

Di konferansa ekolojiyê de teqezî bi xetereyên li dijî xweza û jîngehê û meşandina têkoşînê ji bo pêşxistina pergala ekolojîk hate kirin.

‘Ji bo parastina xwezayê divê pergala ekolojîk bê pêşxistin’
‘Ji bo parastina xwezayê divê pergala ekolojîk bê pêşxistin’
‘Ji bo parastina xwezayê divê pergala ekolojîk bê pêşxistin’
‘Ji bo parastina xwezayê divê pergala ekolojîk bê pêşxistin’
26 nîsan, 2024   13:16
QAMIŞLO

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bi beşdariya 120 delegeyan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, rêxistinên civakî li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê berdewam e. 

Di konferansê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçer axivî û behsa girîngiya konferansê kir.

Hesen Koçer got: "Êrişa li ser xwezayê êrişa li ser civakê û nirxên wê ye. Mîna em dibînin, pergala jîngehî ber bi talûkeyê ve diçe. Ji ber wê divê em her tim jîngehê û xwezayê geş bikin.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku cîhan heta pergala xwe ya aborî ava bike, xwezayê bi kar tîne û ew jî bû sedem ku xweza wêran bibe û wiha domand: "Heke cîhan wisa binpêkirina xwezayê berdewam bike, wê demê dê bikeve xetereyê. Divê tevgerên ekolojiyê û zanyar, ji vê xetereyê baldar bin. Ji lew re me xwest bi rêya vê konferansê, xetereyên li dijî xwezayê gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin."

Her wiha Koçer bal kişand ser şerên li cîhanê û zirarên ku li pergala jîngehê û xwazeyê dike û got: "Ev şerekî siyasî, exlaqî û çandî ye û civak rojane tê hedefgirtin."

Koçer diyar kir ku pergalên demokratîk girîngiyeke mezin didin parastina xweza û jîngehê û wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan jî girîngiyeke mezin da xwezayê, ji ber wê divê em vegerin wê û cewhera mirovahiyê."

Piştî bidawîbûna axaftina Hesen Koçer, sînevîzyonek têkildarî xwezaya Kurdistanê, çawa bi rêya êrişan û topbarana dewleta Tirk a dagirker hatiye wêrankirin, hate pêşandan.

Dûre hevseroka Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Xelîl perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de xwendin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina jîngehê û xwazeyê bi rêya xurtkirina rêgezên civaka xwezayî û got: "Netewedewletan xwest xwezayê kontrol bikin, ji ber wê jî wêran kir."

Îbrahîm Esed hêvî kir ku di dawiya konferansê de biryarên girîng ji bo parastina hawîrdorê û pêşxistina wê bên dayîn.

Çaverê ye ku mijara "Ekolojî di modernîteya demokratîk de" bê nîqaşkirin.

(şx)

ANHA