Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî sûcên li bakurê Sûriyeyê raporek weşand

Di raporeke Wezareta Karên Derve ya DYA’yê de hate diyarkirin ku "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" talankirinê didomîne. Her wiha hate destnîşankirin ku li navendên girtinê yên çeteyan ên li Reco, Serêkaniyê û Hewar Kilis a Ezazê, îşkence û kuştin pir e.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî sûcên li bakurê Sûriyeyê raporek weşand
25 nîsan, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî rewşa mafên mirovan a li Sûriyeyê ya sala 2023`yan raporek amade kir. Di raporê de, belgeyên fermî têkildarî kuştina hovane û derqanûnî, windakirin, îşkence, dan û standina dermirovî, ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker û artêşa Tirk ve jî, hatine bibîrxistin. Di raporê de hate gotin hikumeta Şamê û dewleta Tirk tu tedbîr li hember kesên van sûcan dikin, negirtine.

Di raporê de hate ragihandin ku komên nîvleşkerî yên hikumeta Şamê gelek sûc, komkujî û kuştinên ketober kirine, sivîl revandine, li wan dane û girtine.

Li gorî raporê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam jî gelek sûc kirine, wekî kuştin, tundiya bedenî, leşkerkirina zarokan û bikaranîna wan. Her wiha DAIŞ`ê êrişî sivîlan kiriye, kuştine û revandine.

Di raporê de hate destnîşankirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Sûriyeyê herî zêde sûc li dijî Kurdan, êzidiyan û gelek sivîlan kirine, ew kuştine, revandine, tundiya bedenî û cinsî lê kirine, ji malên wan bi zorê derxistine, mal û milkên wan desteser kirine, sivîlên girtî bi rêya sînoran derbasî Tirkiyeyê kirine, zarokan kirine leşker û perestgeh wêran kirine.

Di raporê de hatiye bibîrxistin ku çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" ya ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, nahêlin sivîl mal û milkên xwe bi kar bînin, gefan li wan dixwin heke dawa mal û milkên xwe bikin an jî heke bixwazin vegerin malên xwe, divê bacê bidin wan.

Di raporê de îşaret pê hate kirin ku piraniya wan ji ber gefên girtinê, nekarîn mal û milkên xwe vegerînin û ji ber tirsê li cem komîteyên "pergala xwecih" gilî nekirin.

Wezaretê di rapora xwe de behsê kir ku çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" sûcên şer berdewam kirin û ev sûc beşeke guhertina demografiya herêmê ye ku Kurdan dikin hedef.

Wezaretê di rapora xwe de cih da nirxandina Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê ya têkildarî Sûriyeyê ku li navendên girtinê yên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" bi taybet li Reco, Serêkaniyê û Hewar Kilisê îşkence û kuştin hene.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl şehîd bûn, zirarên madî li binesaziya sivîl, nexweşxane û kargehan bûn, di raporê de hatin nirxandin.

Di beşeke raporê de behsa rapora komîteyeke lêpirsîne ya serbixwe heye ku ragihandiye di vê salê de, çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" di lêpirsînê de îşkence li girtiyan kiriye, ji bo ku bi zorê îtîrafan ji wan bigirin. Li gorî raporê, di îşkenceyan de, kehrebe tê bikaranîn û îşkence li organên zayendî tê kirin. Der barê bawerî û kêmneteweyan de lêpirsîn bi girtiyên Kurd re tê kirin û ji av û xwarinê tên mehrûmkirin.

Girêdayî mijarê Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê û gelek rêxistinên mafên mirovan ragihandibû ku rayedarên Tirk li navendên girtinê yên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" ne û di lêpirsîn û îşkenceyê de hazir in. Her wiha "Artêşa Nîştimanî" azadiya kombûna aştiyane li herêmên di bin kontrola xwe de diçewisîne.

Li gorî raporê, "Heyet Tehrîr El Şam" azadiya avakirina komeleyan û civaka sivîl li wan herêman tengav dike.

Di raporê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê nehişt endamên kêmneteweyan, çalakiyên xwe yên olî û çandî li dar bixin, bikaranîna zimanê kurdî qels kir, qeyd danîn ser berhemên bi zimanê kurdî, Kurd rûbirûyî cudabûnê û çewisandinê kirin û tundiyê li dijî wan bi kar tîne.

Di raporên rêxistinên sivîl de hate gotin çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” girtin, revandin û lêdana jinên kud li Efrîn û Serêkaniyê didomînin.

(şx)