`Divê civakeke jîngehî bê avakirin û dest ji aboriya kapîtalîst bê berdan`    

Di mijara yekemîn a Konferansa Ekolojiyê de hate destnîşankirin ku divê dest ji aboriya kapîtalîst bê berdan û pergaleke civakî ya jîngehî û demokratîk bê avakirin.

26 nîsan, 2024   17:03
QAMIŞLO

Di Konferansa Ekolojiyê de dest bi nirxandina mijara yekemîn a bi sernavê "Ekolojî di modernîteya demokratîk de" hate kirin. Di vê beşê de wê 4 semîner bên dayîn.

Hevserokê Desteya Jîngehêy a knatona Reqayê Cemal Ebdullatîf, cîgira hevserokatiya Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê Bêrîvan Omer semînera yekemîn bi rêve bir. 3 semînerên din bi rêya Zoomê hatin dayîn.

Akademîsyena Navenda Lêkolînên Civakî û Dr. Gea Picardi ya ji Îtalyayê semînera yekemîn a bi navnîşan " Di navbera taorî û prtaîkê de çima azadiya jinan bingeha şoreşa ekolojiyê ye? jinbûna ekolojîk û konfedraliya demokratîk" da.

Gea Picardi behsa nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a der barê ekolojiyê de kir û diyar kir ku gelek fîlozofan got kapîtalîs, li ser keda jinan ava bûye û mirov di destê xwe de dike amûr. Gea Picardi got, dema kesek perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne dikare gelek mijarên girêdayî hev binirxîne."

Gea balkşand ser analîzkirina pêvajoyên civakî yên avakirina dewletê û malbatê û wiha domand: "Pergala bingehîn a ku dewlet ava kiriye, parvekirina kar di navber mêr û jin de esas ji xwe re negirtiye, lew ra divê jin bê rizgarkirin û pergaleke civakî ji nû ve bê avakirin. Ev jî di hilweşandina pergala kapîtalîst de nixumandiye."

Gea destnîşan kir ku zanîsta jineolojiyê alternatîfê pergala heyî ye û got: "li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev teorî xistiye pratîkê û hewl dide astengiyên ku mêr danîne pêşiya wan, rakin û cihê xwe di civakî de anku di pergala ekolojîk de bigire. "

Dr. David Antonio Grasso ku di beşa felsefeya exlaqî û teorîk û şîrovekirina felsefîk a Zanîngeha Turin de waneyan dide, semînerek bi navnîşan "teknolojî, ekolojiya civakî û zîrekiya hestiyarî" bi rêve bir. Grasso zîrekiya hestiyarî di hemû qadên jiyanê de nirxand.

Dr. Ezîza Aslan ku

Mamosteya  zanîsta civakî û aboriyê  Dr. Ezîza Aslan semînerek bi navnîşan "Kargeha ekolojîk û aboriya ekolojî" da. Ezîza pergalên kapîtalîst û yên demokratîk dan berhev û got: "Divê em li pergala aboriya civakî ya jîngehî vegerekê çêkin. Divê em dest ji aboriya kapîtalîst berdin."

Ezîza destnîşan kir ku divê hevsengî di navbera pêdiviyên kes û xwezayê de çê bibe, stûnên aboriyê û pîşesaziyê bên dabînkirin û civakeke civakî ya jîngehî û demokratîk, bê avakirin.

Çaverê bû ku pisporê kar û barên qanûna navneteweyî Mehmûd Patil  bi rêya zoomê semînera dawîn a bi navnîşanê "Ekolojîk, berxwedan, nimuneyên şoreşgerî, pratîkkirin û nêrîna ji başûr" daba, lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî nikarîbû beşdar bûba.

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê mijara yekemîn a konferansê de anîn ziman. Piraniya beşdaran destnîşan kir ku divê piştgiriya projeyên xwezayî û ekolojîk bê kirin, rêgezên ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar kirine esas bên girtin û ji bo parastina hawîrdor û xwezayê ji kerasetan xebateke xurt bê meşandin.

 Konferans bi mijara duyemîn a bi sernavê " Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî parçeyekî bidawîkirina dagirkeriyê pêşxistina çandiniya ekolojîk" berdewam dike.

(şx)

ANHA