MSD’ê wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyeyê bi erênî nirxand

MSD`ê ragihand ku ew ji însiyatîfên nîştimanî re vekirî ye ku hewl didin aloziya li welêt çareser bikin. Her wiha MSD`ê destnîşan kir ku li kêleka çareserkirina aloziyê armanc dike ku parçebûna li welêt bi dawî bibe.

MSD’ê wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyeyê bi erênî nirxand
23 nîsan 2024   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivisîn: "Me ragihandina hevbeş a wesîqeya her sê herêman ku 8`ê Adara borî hatiye derxistin û wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyeyê bi mereqdarî xwend. Em ji tevahî însiyatîfan re vekirî ne ku armanca wan çareserkirina aloziya li welêt bi tevlêbûna hemû aliyan û bidestxistina veguhastina demokratîk li welêt e."

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku MSD teqezî bi navaroka her du wesîqeyan dike ku divê yekitiya axa Sûriyeyê û sûriyeyiyan bê parastin, divê bi hev re li ser tevahî erdnîgariya Sûriyeyê xebat bê kirin û tu alî ji pêvajoya çareseriyê neyê dûrxistin, bi rêya diyaloga rasterast, bigihêjin çareseriya siyasî li ser bingeha biryarên NY`yê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji aliyê Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyeyê ve daxwaz heye ku koordîneyê bi herêmên din ên Sûriyeyê re berdewam bike. Ev helwest di daxuyaniyê de bi erênî hatiye nirxandin û hatiye destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina parçebûna li welêt, avakirina Sûriyeya pêşerojê ya demokratîk û pirreng li ser bingeha erêkirina nasnameya nîştimanî û komkar a Sûriyeyê, qebûlkirina hevdu, naskirina hev du û diyaloga bi hemû aliyan re, rêgezên bingehîn in.

(şx)