Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin

Piştî şîrovekirina ezmûn û têkoşîna ekolojî ya li Afrîkaya Başûr, Hindistan, Amerîkaya Latîn, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê, bernameya roja yekemîn a Konferansa Ekolojiyê bi dawî bû.

Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin
Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin
Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin
Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin
Di konferansê de ezmûnên têkoşîna ekolojî hatin vegotin
26 nîsan, 2024   20:43
QAMIŞLO

Rûniştina duyemîn a Konferansa Ekolojiyê ya bi sernavê "Têkoşîna ekolojî û têkoşîna li dijî mêtîngerî/ kapîtalîzmê" ji aliyê hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê Cemal Ebdulletîf û cîgira hevserokatiya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat  birêvebirin.

Di rûniştinê duyemîn de semîner li ser ezmûn û têkoşîna ekolojî ya li Afrîka Başûr, Hindistan, Amerîkaya Latîn û Sûriyeyê hatin dayîn.

Semînera yekemîn bi rêya bernameya ’Zoomê’ ji aliyê rêvebera koma çavdêriya ekolojiyê Mandy Moussouris û jîngehparêz Simi Zikode ve hat dayîn. Di semînerê de rewşa ekolojiyê ya li Afrîka Başûr û siyasetên dewletê hatin şîrovekirin.  Hate gotin: "Dewleta Afrîka Başûr îdiaya demokrasiyê dike, lê di cewherê xwe de ne demokratîk e. Heta niha nîjadperestî di navbera niştecihên spî yên serdest û niştecihên reş ên xwediyên resen de dewam dike. Di heman demê de qirêjiya ekolojiyê heye ku bandorê li xweza û tenduristiya zindiyan dike."

Jîngehparêza ji Hindistanê Manshi Asher jî bi rêya bernameya ’Zoomê’ têkoşîna ekolojî ya li Hindistanê vegot. Manshi anî ziman ku Hindistan ji welatên demokratîk in, lê heta niha ji ber siyasetên dewletê zehmetî hene û got: "Xelkê Hindistanê serhildanan pêk tînin. Dewlet zor û zextê li cotkaran dike û nahêle bi serbestî di nava zeviyên xwe de kar bikin."

REWŞA EKOLOJÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Piştre çalakvanê jîngehê û rojnamevanê  ji Başûrê Kurdistanê Xalid Silêman bi rêya ’Zoomê’ li ser têkoşîna ekolojî û tecrûbeyên ji Kurdistanê axivî. Silêman destnîşan kir ku pêwîst e girîngî ji bo dozên jîngehê yên herêmê bê dayîn û got: "Li Başûrê Kurdistanê pirrengiya biyolojî bi temamî tê paşguhkirin. Li kêleka wê nezaniya li ser sîstemên jîngehê û pirrengiya ekolojî zehmetiyeke din e. Zehmetiyek din tunebûna pisporên jîngehê ne. Ev zehmetî bandorê li jîngeha Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike."

Piştre professor Jost Jongirdan ê ji Holandayê bi rêya ’Zoomê’ semîner bi sernavê "Avakirina çandiniya ekolojî wek bidawîkirina dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê / Rojavayê Kurdistanê ye"  da. Jost Jongirdan pêşketina çandiniyê yên di salên 60, 70 û 90'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir û got: "Berê şêniyên herêmê rêbazên kevin ên avdanê bi kar dianîn. Herêma Cizîrê bi çandiniyê dewlemend e, lê dewleta Sûriyeyê bi rêya kembera erebî dest datîna ser xêr û bêra wê herêmê."

TÊKOŞÎNA EKOLOJÎ LI AMERÎKAYA LATÎN

Mamosteyê zanîngeha Biobio ya Çîliyê Alexander Panez Pinto semînerek bi rêya Zoomê li ser têkoşîna ekolojî ya li Amerîkaya Latîn da. Pinto bal kişand ser bandora pirrengiya ekolojî li xweza, afirînde û mirovan û çawa gelê başûrê Çîliyê bi taybetî li herêma Mapuche li hember desthilatê rabûne, kir.

Di dawiyê de beşdaran li ser girîngiya sûdgirtina ji tecrûbeyên dewletên din û pêkanîna wan bi awayekî durist, girîngiya pênasekirina şoreşê û fêmkirina wê, girîngiya girêdana azadiyê bi pergaleke demokratîk ji ber ku desthilatî nikare ekolojiyê pêş bixe û analîz bike, nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran diyar kir ku pêwîst e civak ji bo azadiya xwe xwe bispêre pergaleke demokratîk a li ser bingeha azadiya jinan.

Konferans wê sibe bi nîqaşkirina herdu mijaran: avakirina çandiniya ekolojî wek bidawîkirina dagirkeriyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bidome.

(mh)

ANHA