Komên PDK’ê hewl dan bikevin qadên gerîla 

HPG’ê diyar kir ku PDK’ê li herêma Metîna 3 noqte ava kirine û hêzên dewleta Tirk a dagiker di van deran de tên derbaskirin. HPG’ê da zanîn ku hêzên PDK’ê li herêma Xakûrkê jî xwestine bikevin qadên gerîla û şerekî demkurt derketiye.

Komên PDK’ê hewl dan bikevin qadên gerîla 
26 nîsan, 2024   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya îro de têkildarî mijarê agahî parve kirin. 

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên liser herêma Metîna hatin bibîrxistin û ev agahî hatin parvekirin:

“Me têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Metînayê dabû destpêkirin, agahiyên destpêkê parve kiribûn. Di rewşa heyî de artêşa Tirk a dagirker li hin cihên li qadên Şêlazê, Kanîreş û Yekmalê ya herêma Metînayê bi cih bûye û sekinî ye. Bi teknîka şer bombe li qadê dibarîne. Hêzên PDK’ê jî bi armanca ku ewlehiya rêya di navbera Yekmal û Girê Amediyê de pêk bîne, 3 nuqte girtine. Hêzên dewleta Tirk a dagirker di van her sê rêyan de derbas dibin”.

HÊZA PDK’ê YA JI 60 WESAYÎTAN PÊK TÊ

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Herêma Xakûrkê jî hêzên PDK’ê xwestine bikevin qadên gerîla û ev agahî hatin dayîn:

“Roja 23’yê Nîsanê li qada Berdespî ya Xakurkê, hêza leşkerî ya ku ji konvoya bi 60 wesayîtî ya ayîdê PDK’ê pêk dihat, beriya nîvro û piştî nîvro 2 caran xwest bikeve nuqteyeke ayîdê hêzên me. Ji bo ku ev hêza leşkerî ber bi nuqteya me ve ber bi pêş neçe, hêzên me guleya hişyariyê berdan, piştre şerekî dem kurt qewimî û di her du caran de jî vê hêzê xwe paşde vekişandiye.

Dîsa heman rojê li qada Goşînê jî hêza leşkerî ya bi 6 wesayîtî bêyî ku agahî bidin ketin qadê. Hêzên me yên gerîla ji vê hêzê re jî guleya hişyariyê berda û piştre vê hêzê xwe vekişand.

Di saetên ku her du bûyer qewimî ne de, li vê qadê tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk zêde bûye. Piştî hêza PDK’ê çûyî jî qad ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin, lê ti windahiyeke me çenebû.”