Amadekariyên cejna Çarşema Sor bi dawî dibin
Êzidiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên cejna Çarşema Sor bi dawî dikin.
Li gorî salnameya rojhilat, sibê anku çarşema yekemîn a serê Nîsanê, cejna Çarşema Sor e ku civaka êzidî pîroz dike. Êzidiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên cejnê bi dawî dikin.
Li gorî baweriya êzidiyan, cejna Çarşema Sor destpêka jiyan û afirandinê ye. Di çarçoveya amadekariyên cejnê de hêk ku nîşaneyên giloverbûna erdê ne, bi rengên cuda tên poyaxkirin û kelandin.
Mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û cîhanê, li Şehbayê jî boyaxkirina hêkan bi dawî dibe. Qaşilên hêkan jî li zeviyên çandiniyê tên reşandin ku nîşaneya xêr û bereketê ye.
(bb)
ANHA