Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan

Pêkhateyên kantona Cizîrê şehîdên Qereçoxê bi merasîmeke biheybet bi bîr anîn û got bi berxwedana şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê li hemberî planên dijmin li ber xwe bidin.

Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
Li çiyayê Qereçoxê bîranîna şehîdan
25 nîsan, 2024   14:29
QAMIŞLO

Pêkhateyên kantona Cizîrê ji bo bîranîna 20 şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker, li dijî çiyayê Qereçoxê merasîmeke biheybet li dar xist. 

Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Nîsana 2017`an êrişî navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel kiribû û di encamê de 20 şervanên YPJ û YPG`ê şehîd bûbûn.

Li lûtkeya çiyê, endama Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Dijminê me planên dagirkirinê li dijî me didomîne. Hewl dide vîna gelê me û destkeftiyên bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe."

Cewahir destnîşan kir ku vîna gel ji êrişên dewleta Tirk a dagirker mezintir e. Her wiha Cewahir îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de jinan dike hedef ji ber ku jinan li herêmê şoreşa azadiyê bi rê ve bir û DAIŞ tune kir ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were. Cewahirê wiha domand: "Lewma divê em berxwedanê berdewam bikin ji bo ku planên li dijî gelê me têk bibin.

Berdevka YPJ`ê Roksan Mihemed jî wiha axivî: "Îro salvegera 7`an a şehîdên Qereçoxê ye. Her şehîdek, dîroka têkoşînê nîşan dide. Ew şehîdên xwedî ramanên ronakbîr û berxwedêr, ji bo gelan û avakirina neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş, tê koşiyan û canê xwe feda kir. Bi saya wan em îro li vir kom bûne."

Roksan destnîşan kir ku bi berxwedana şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê li hember êrişên dijmin û planên wê li ber xwe bidin û jiyaneke ewle peyda bikin.

Di dawiyê de Roksan Mihemed got: "Dewleta Tirk nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku em gelekî berxwedêr in. Ji bo tunekirina planan û komployan divê em berxwedanê û têkoşînê mezin bikin."

(şx)

ANHA