Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê şehîd Bîşeng û şehîd Sara bi bîr anîn.

Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan
Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan
Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan
Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan
Li Eyn Îsayê bibîranîna 2 şehîdan
26 adar 2024   15:30
EYN ÎSA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê bi merasîmekê şehîd Bîşeng û şehîd Sara bi bîr anîn. Yekitiyê merasîm li hola civînan a Meclisa Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, karmendên saziyan û komîteyên meclisê tev li merasîmê bûn.

Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK`ê Bîşeng Birûsk û endama rêveberiya Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan Sara Hogir 28`ê Tîrmeha 2023`yan di encama êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.

Di destpêka merasîmê de dayikên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin.

Dûre endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Firat axivî û behsa dîroka têkoşîna her du şehîdan kir.  Ronahiyê diyar kir ku her du şehîd li ser parastina jinan û têkbirina qeydên civakê û zîhniyeta desthilatdar, mînak bûn.

Piştre têkildarî têkoşîna her du şehîdan sînevîzyonek hate pêşandan.

(şx)

ANHA