Bi helbestan şaristanî û mîrasa civakî ya herêmê vedibêje
Reid El Fadil ê ji Reqayê bi nivîsandina helbestan hewl dide şaristanî û mîrasa civakî ya herêmê bi peyvên resen vebêje.
Reid El Fadil sala 1990'an li bajarê Reqayê ji dayîk bûye û li ser huner, zanist û parastina çand û şaristaniya civaka bajêr mezin bûye. Li ser daxwaza dayîka xwe beşa teknolojiyê xwendiye lê belê tu carî hezkirina wî ya helbestan kêm nebûye.
El Fadil di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Bi coşeke mezin peyv û beytên helbestan hûnandiye û di helbestên xwe de balê dikişîne dikişand ser aliyên jiyanê û kultûra çandî ya herêmê.
Peyv û gotinên di şahiyan de dihatin gotin ezber dikirin û bi guhdarkirina dengbêjên li Reqayê re, fêrî nivîsdandina helbestan dibe û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike.
MOLIYE Û ETABA SEMBOLA ÇANDA HERÊMÊ YE
Reid El Fadil herî zêde ji moliye û etaba hez dike. Ev herdu şêwe li herêma geliyê Firatê navdar in û nasnameya çandî û civakî ya Reqayê vedibêjin. Tecrûbeyên jiyanê, çanda xwecih û evînê rave dikin.
ŞARISTANÎ Û KULTÛRA CIVAKÎ
Der barê helbestên xwe yên li ser dozên civakî de El Fadil got: "Peyvên di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de bi taybetî sosyolojiya azadiyê xeyaleke rastîn vedibêjin. Ez dikarim di navbera bedewiya helbestan û analîza civakî de hevsengiyê çêkim. Ez îlhamê ji wan parêznameyan digirim. Di parêznameyan de, azadî weke têgeheke civakî ku sînorên cografî û dem derbas dike, hatiye pênasekirin."
Di kirîza Sûriyeyê de û ji ber bûyeran El Fadil berê xwe da nivîsandina helbestên niştîmanî û yên civakî ku banga hevgirtina civakê tê de dikir.
El Fadil di navbera teknolojiyê û helbestê de girêdanek afirandiye û bûye sembola afirîneriyê. Li ser jiyan û evînê nivîsand û ji kesên din re bû jêdera îlhamê. Heta îro jî helbestên xwe yên tijî ruhê berxwedanê, têkoşîn û hêviyê dinivîsîne. Gelek helbestên El Fadil bûn stran û di çalakiyan û şahiyan de hatin gotin mîna "Heyû QSD (QSD silav bikin), Nado QSD (banga QSD bikin).
(mh)
ANHA